NAVENDA NÛÇEYAN – Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye şewata daristanê derket. Hat angaştkirin mudaxeleyî şewata bi bayê qîblê re gûr bûye hatiye kirin.
Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê de ye şewata daristanê derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; serê sibê şewat derketiye û şewat li qada bi darên çamê û zeytûnan lê hebûne bi bandora bayê qîblê re gûr bûye.
Hat angaşkirin ku komên agirkujiyê ya Miduriyeta Daristanan û Şaredariya Bûrsayê ji bo mudaxeleyî agir bikin ketine nava tevgerê. Tê gotin ku dixwazin ev komên agirkujiyê dixwazin bi rêya behrê bigihînin Gravê û ji ber bahoza li deryayê keştî bi zehmet diçin û tên.
Li aliyê din hat zanîn ku ji navçeya Golcuka Kocaeliyê keştiya leşkerî jî ji bo avreşînê dê biçe Gravê û ji Stenbolê jî helîkoptêrên vemirandinê hatine xwestin.
Li gel Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne.