AMED - Mamoste Pelda Sevîm ku Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Amedê H.O. wê vexwendibû odeya xwe û ji aliyê polisan ve hatibû lêpirsînkirin, serlêdana sûc kir.
Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Amedê H.O., di 20'ê Sibatê de mamosteya muzikî Pelda Sevîm ku li navçeya Bismil a Amedê li Lîseya Anadolûyê ya 15'ê Temmûzê dixebite, vexwendibû Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar. Li odeya H.O. 3 polisan mamoste Pelda Sevîm lêpirsîn kiribûn û sîxurtiyê le ferz kiribûn. Sevîm, duh têkildarî rewşa xwe li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistibû. Sevîm, îro jî derbarê mijarê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir.
MALBAT DIXWAZE BÛYER BÊ RONÎKIRIN
Sevîm, bi rêya parêzerên xwe derbarê Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Amedê H.O. de serlêdana sûc kir û daxwaz kir ku kesên ku xwe weke polis dane nasîn û sîxurtî lê ferz kirine bên tespîtkirin û derbarê wan de lêkolîn bê kirin. Malbat Sevîm jî xwest ku tişta ku hatine serê keça wan bê ronîkirin û diyar kir ku heta tewanbar derkevin pêşberî darazê dê bûyerê bişopînin.
Li aliyê din hat angaştkirin ku Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Amedê jî têkildarî mijarê lêpirsîn daye destpêkirin.