WAN – Li gundên navçeya Serayê jî xaniyên xelkê xesarên mezin dîtine û nikarin bikevin malên xwe. Welatiyan diyar kir ku heke erdhejek din pêk were dê tevahiya gund hilweşe û gotin: “Ji bo tedbîr werin girtin divê em hemû bimirin?”
Erdheja ku navenda wê bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bû bandorek mezin li gundên navçeya Serayê ya Wanê jî kir. Bi taybetî li gundên Çilik û Setmanis ên Serayê ku li ser sînor in gelek mal û axûr ji ber xesarê nayên bikaranîn. Welatî nikarin bikevin malên xwe û bi şev li derve dimînin.
Welatî didin zanîn ku heke erdhejek din pêk were dê malên wan hemû bên hilweşandin û wê gelek kes bimire. Welatiyan xwest dewletê demildest tedbîran bigire.
Welatiyan anî ziman ku tenê 30 kon dane gundê 70 malên wê hene û ji ber erdhejên peyhatî ku her roj pêk tên nikarin bikevin malên xwe û şevê li ber sermayê derbas dikin.
TENÊ KON DANE 30 MALBATAN
Ji welatiyên gund Saîm Ozbîlîr behsa qewimandinan kir û got: “Piştî erdhejê em perîşan bûne. Erdhejê tiştek ji me re nehişt. Mala me xera bûye. Konek biçûk dane me û em di vî konê sar de dimînin. Roja sêyem a erdhejê kon hat û heta wê çaxê zarokên me li ber sermaye bûn. Gundê me ji 70 malî pêk tê lê belê kon dane 30 malbatan. Malbatên din bê kon mane. Kon dane min lê wê mala bire min û cîranên me bê kon çi bikin? Em vê rewşê qebûl nakin û bila demildest alîkariyê ji gundiyan re bişînin.”
'KONAN AVÊTIN VIR Û ÇÛN’
Fariz Fîdan jî da zanîn ku hema bêje rojê 5 caran erdhejên peyhatî pêk tên û wiha got: “Em ditirsin ku bikevin malên xwe. Mixabin konên ku ji me re şandine têra me nake. Em cihek ku pezê lê bihewînin tune ye. Bi şev gund gelek sar e. Ji ber ku konên demsalî ne em ji serma nikarin têde bijîn. Em di nava rewşek zor de ne. Heke rewş wisa bidome wê gundî hemû nexweş bikevin. Li gund her kes feqîr e. Konan anîn avêtin vir û çûn. Xwestin ku em bi tena serê xwe li çareya serê xwe binêrin. Qey tu yê bêjî dinya dane me û wisa tevger dikin.”
'KES DENGÊ ME NABIHÎZE’
Welatiyê bi navê Halîl Ozgur jî diyar kir ku tekane daxwaza wan ew e ku cihek lê dikaribin bimînin û wiha got: “Em ji wan ne nan û ne jî xwarinê dixwazin. Ev mehek e hevjîna min welidiye û nikare di vî konî de bijî. Kon sar e. Em bi şev qet nikarin kon de bijîn. Ez nizanim li zarokên xwe binêrim, li pezê xwe binêrim an jî li cihek ku em lê bimînin bigerim? Kon nedane nîvê gund. Kes dengê me nabihîze û em di halek perîşan de ne. Ji ber ku malên gund hemû kerpîç in di erdhejên peyhatî de mal hildiweşin. Em jî nizanin em ê çi bikin.”
'DIVÊ EM BIMIRIN GELO?’
Yek ji mexdûran Aydin Fîdan jî da zanîn ku 3 roj piştî erdhejê kon dane wan û wiha got: “Mala me hilweşiya. Em bi malbatî di konê ji bo pez çêkiribû de diman. Kon nedane nîvê gund. Em di nava rewşek perîşan de ne. Ji bo xwedî li me derkevin divê qey em bimirin? Bifikirin rewş hatiye wê astê ku însan di înternetê de êdî dibêjin li wî cihê erdhej lê çêbûye kurd dijîn an tirk dijîn. Ev rewşek pir bi êş e.”
MALBATEK 8 FERDÊ WÊ HENE DI KONEK BIÇÛK DE DIJÎ
Malbata Demîral ku ji 8 ferdan pêk tê nikarin bikevin mala xwe û di konek biçûk de ku dane wan dimînin. Safiye Demîral da zanîn ku ew di konan de diqerisin û wiha got: “Em feqîr in halê me ne baş e. Divê ku rayedar gavek beriya gevekê dengê me bibîhizin. Em dixwazin alîkariyek baş ji bo me bikin.”
Halîl Demîral jî wiha got: “Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş e em nikarin mala xwe çêbikin. Em malbatek ji 8 ferdan pêk tên û pêdiviya me bi alîkariyê heye. Pitikek me yek mehî heye. Ji ber ku mala me hilweşiyabû heta serê sibê min pitika xwe da ber dilê xwe û germ kir. Kon dereng ji me re hatin. Konên dane me jî gelek biçûk in û em têde bicih nabin.”
MA / Adnan Bîlen -Yûnûs Dûman