COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên girêdayî navenda bajar û navçeyan heta 15 rojan ji çûn û hatinê re qedexe kir.
Walîtiya Colemêrgê li Colemêrgê 5 herêmên giredayî navenda bajar û navçeyan heta 15 rojan bi hinceta ewlehiyê ji çûn û hatinê re qedexe kir. OHAL di 19'ê Tîrmeha 2018'an de rabû, lê qedexeyên li bajaran, binpêkirina mafan bi dawî nebûn. Her çend OHAL bi dawî bûbe jî dîsa tundiya li ser mirovan gelek zêde ye. Piştî OHAL bi dawî bû jî qedexeyên li ser bajarên Kurdistanê didomin. Heta niha Colemêrg, Şirnex, Çewlîk, Dersim û Mêrdînê jî bê navber herêmên taybet ên ewlehiyê tên îlankirin û ketina herêman li welatiyan tên qedexekirin. Di nava mehekê de qedexeyên li Bajarên Kurdistanê hatin îlankirin wiha ne:
*30 Çile 2020 - Walîtiya Şirnexê, li navenda bajar û navçeyên Cizîr, Silopya, Qileban, Basa û Elkê 15 herêm ji bo 15 rojan weke 'Herêma Ewle ya Taybet a Demkî' îlan kir.
*28 Çile 2020 - Walîtiya Colemêrgê, bê navber li bajê çalakiyan qedexe dike û bi van qedexeyan welatî bêzar kiriye. Walîtiyê 15 rojên din qedexeya çalakiyan ên li bajêr dirêj kir. Walîtiyê diyar kir ku ji 29’ê Çile heya 12’yê Sibata 2020’an, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stand, çêkirina anketan, kon vedan, kampanyayên îmzeyan li darxistin û belavok belavkirin qedexe kirin.
27 Sibat 2020 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm heta 15 rojan qedexe kir.