ŞIRNEX – Di dema qedexeya derketina derveya ya Silopiyayê de Mehmet Meteyê 11 salî hatibû kuştin. Di doza der barê kuştina Mete de dadgehê, Wezareta Karên Navxweyî bi tazmînatê mehkûm kiribû. Lê belê di lêpirsîna ji bo dîtina berpirsiyaran de hatibû destpêkirin de biryara "lêgerîna daîmî" hat dayîn.
Di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyaya Şirnexê de ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin, gava Mehmet Meteyê 11 salî li malê bû, di 21'ê Kanûnê de perçeyeke şarapnelê li sera dikeve û birîndar dibe. Lê ji ber malbatê nikaribû wî bigihîne ambulansê jiyana xwe ji dest dabû û di 9'ê Çileya 2016'an de cenazeyê Mete li qeraxa Mizgefta Hz. Husên di nav betaniyê de hatibû dîtin. Der barê kuştina Mete de lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê belê dozgeriyê lêpirsîn bi biryara "lêgerîna daîmî" bi dawî kir.
Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ji bo dîtina kiryarên Mete lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê belê axaftinên bêtêlên emniyetê û dîmen daxilî dosyeyê nekiribû. Berî ku dîmen û axaftinên bêtêlan ji meniyetê bên xwestin û daxilî nav dosyeyê bên kirin, bi hinceta "kiryar nehatine zevtkirin û nasnameya wan nehatiye tespîtkirin" ji bo dosyeyê biryra "lêgerîna daîmî" da.
Her wiha berê jî parêzerên Mete doz li Wezareta Karên navxweyî vekiribûn û wezaret mehkûmî tazmînatê hatibû kirin.