STENBOL – Endama Koma Yorûmê Hêlîn Bolek ji bo daxwazên wê bên qebûlkirin 252 roj in di rojiya mirinê de ye. Refeqatvana wê Yûrdagul Gumuş got, ew naxwazin Hêlîn bimire.
Hêlîn Bolek, ji bo qedexeya li ser konserên Koma Yorûmê bi dawî bibin û ji bo bultena sor a li ser endamên komê rabin û ji bo bes polîs bavêjin ser Navenda Çandê ya Îdîlê 252 roj in di rojiya mirinê de ye. Her diçe rewşa Hêlîn Bolekê xirab dibe.
Hêlîn Bolek tevî Îbrahîm Gokçek li Mala Berxwedanê çalakiya xwe didomîne. Refeqatvana Bolekê Yûrdagul Gumuş der barê tenduristiya Bolekê de ji ajansa me re axivî.
PIR HESAS BÛYE
Gumuş, diyar kir ku ev çend roj in êdî Hêlîn ji taqet ketiye û ji ber lingên wê diêşê nikare ji nav nivîînan jî rabe. Gumuş, anî ziman ku masûlkeyên Hêlînê zihîf bûne û got bi zorê pêdiviyên xwe bi cih tîne. Gumuş, got: "Ji ber hesas bûye, demek dirêj nikaribû avê vexwe û şekir bixwe. Ji ber vê muqawemeta wê pir kêm bûye. Niha hêdî hêdî avê vedixwe û şekirekî û carinan bi zorê du şekiran dixwe."
‘BERXWEDANA HUNERMENDAN'
Gumuş, destnîşan kir ku ev berxwedan tenê ne berxwedana Koma Yorûmê ye û got: "Ev berxwedan, berxwedan hemû gel, bindestan û kesên li dijî pergalê ye. Ji bo xwedîderketina li baweriyên xwe, nirxên xwe divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em naxwazin Hêlîn şehîd bikeve. Ji bo bijîn çi ji destê me bê em ê bikin. Loma divê hunermend û rewşenbîr ji bo vê yekê hesas bin."
Gumuş, bang li hunermendên piştgirî dan berxwedana Geziyê kir û got: "Em naêjin bira têkevin rojiya mirinê û greva birçîbûnê. Lê ji destê her kesî tiştke tê. Miheqeq her kesek rêbazek wî heye. Em dixwazin bi van rê û rêbazan van zextan û vê zilmê ji ser xwe bavêjin."