WAN - Endamê Komîsyona Hawirdor û Heywanan a Baroya Wanê Parêzer Erdal Temîzaltin û heywanhez Yildirim Aram, qesab bi qesab digerin ji bo heywanan hestî û goşt kom dikin.
Li çopgeha li ser rêya Wan-Qelqeliyê û derdoraa Gola Sihkê bi sedan kûçik hene. Ji van heywanan hin jê lingên wan tunene, hin jê ji birçîna li ber mirinê ne. Bi taybetî jî zivistanê bêtir birçî dimînin.
'ME QADÊN JIYANÊ YÊN HEYWANAN DAGIR KIR'
Parêzer Erdal Temîzaltin anî ziman ku li kuçe û kolanên bajêr gelek kûçik hene û got, piraniya wan birçî ne. Temîzaltin, destnîşan kir ku bi taybetî jî zivistanê heywan pir birçî dimînin û got: "Me qadên jiyanê yên heywanan dagir kiriye, xesp kiriye. Heywanên li vê herêmê, bermayiyên heywanên li bazarê tên şerjêkirin dixwin. Ji ber ku pir in têra wan nake. Divê baş bên xwedîkirin. Heger neyên xwedîkirin wê bimirin."
Her wiha Temîzaltin, bilêv kir ku berê li ber her malê kûçikek hebû û ji bo heywanên li derve xwarin dihat danîn û got: "Lê belê niha ji ber ku xwarinê peyda nakin dadikevin navenda bajêr. Wekî berê kes tiştekî nade wan. Ev jî ji ber meseleya bajarîbûnê ye."
Temîzaltin, bal kişand ser heywanên li kuçe û kolanan tên kuştin û got, li Tirkiyeyê di warê mafên heywanan de pêşveçûyîn tuneye. Temîzaltin, got: "Gava wesayîtek pêl heywanekê dike, tu tiştek bi ajovan nayê kirin. Ji ber vê her tiştî bi heywanan dikin. Ji bo pêşî li ber vê yekê bê girtin divê qanûnek bê çêkirin. Dibe ku di qanûnê de heywanên li derve wekî 'mal' hatibin binavkirin, lê belê canê wan jî heye, ew jî diêşin, ew jî birçî dibin. Divê ev tişt bên dîtin. Ji bo ev yek xuyangtir bibe divê pergala perwerdehiyê bê sererastkirin."
MA / Ozlem Yayan-Bariş Donmez