EDENE - Malbata Veysî Kayayê ku di sala 2006'an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû, diyar kir ku ji ber tecrîda ku hê jî didome dayik digirîn.
Di sala 2006'an de hatibû gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "hatiye jehrkirin û jiyana wî di xetereyê de ye. Piştî vê nûçeyê Veysî Kaya jî di 9'ê Sibata 2006'an de agir berdabû bedena xwe û di 28'ê Sibatê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Fatîme Kaya, anî ziman ku ew bi kurê xwe serbilind in.
Dayik Kaya, diyar kir ku derdor giş ji kurê wê hez dikir û kurê wê kesekî kedkar bû û got, kurê wê di 14 saliya xwe de hem li ceê şorbevanekî dixebitî hem jî di nav xebatên ciwanan de cih digirt. Kaya, anî ziman ku kurê wê ji bo Ocalan dawî li jiyana xwe aniye û got, ev qas sal derbas bûne lê belê hê jî ji ber tecrîdê şer didome û ji ber vî şerî dayik digirîn.
'JI BO PÊŞEROJA GELAN KIR'
Birayê wî Mûhîttîn Kaya jî ji bo têkoşîna birayê xwe got: "Armanceke çalakiya wî hebû. Pêşî ji bo nasnameya xwe ya erebî û paşê ji bo pêşeroja gelan û ji bo aştî û demokrasiyê agir berda bedena xwe. Ji bo çewisandina li ser Kurdan û tecrîda li Îmraliyê bê şikandin ev çalakî li dar xist. Ji xwe piştî çalakiya xwe li dar xist 20 rojan li nexweşxaneyê ma. Di vî 20 rojî de tu carî poşman nebû û gelek caran gotibû wî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan ev çalakî li dar xistiye."
Kaya, anî ziman ku ew ereb in û bi têkoşîna birayê xwe serbilind in û got: "Divê tecrîd bi daîw bibe. Heger tecrîd bi dawî bibe wê li Tirkiyeyê gelek tişt biguherin. Wê pêşiya demokrasî û aştiyê vebe. Êdî ji bo tu kes nemire divê tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe."
Hevala Kaya Dînar Aksû jî anî ziiman ku her kesî ji Kaya hez dikir û kesekî kedkar bû û got: "Daxwaz û xwesteka me jî bidawbûna tecrîdê ye û qebûlkirina daxwazên kurdan û avakirina komereke demokratîk e. Em tiştekî xirab naxwazin. Ji bo kurd, tirk û gelên din bi hev re bijîn em daxwaza qanûneke bingehîn a nû dikin."