AMED – Xizmekî Gazal Altûntaşê jê re dibêje, Serokomar alîkariyê belav dike û ji bo karibe alîkariyê wergire divê biçe noterê û îmzeyê bide. Atûntaş jî îmzeyê dide, lê belê paşê bêyî haya wê jê hebe li ser navê wê 10 hezar û 776 TL kredî tê kişandin û ji ber ku nehatiye dayîn lê bûye 32 hezar û 648 TL. Altûntaş, giliyê kesê ku îdia dike ew xapandiye kiriye û got, lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin.
Gazal Altûntaş a 52 salî, îdia dike ku 11 sal berê xizmekî wê jê re gotiye Serokomar alîkariyê belav dike û ji bo karibe alîkariyê bigire divê biçe noterê îmzeyê bide û ew jî çûye, lê belê paşê hatiye xapandin û li ser navê wê kredî hatiye kişandin.
Altûntaş, diyar kir ku di sala 2009'an de xizmekî wê jê re gotiye Serokomar alîkariyê belav dike û ji bo karibe wergire divê biçe noterê îmzeyê bide. Altûntaş jî tevî bûka xwe Sevîm A. û xizma xwe Dilşah Y. diçe notera li semta Bayramoglû ya navçeya Rezanê û îmzeyê dide. Lê belê ji ber ku xwendin û nivîsandina wê tunebûye, ji dêvla îmzeyê bi tiliya xwe mor li bin kaxezê xistiye. Her du jina jî 8 sal şûnde fêm kirine ku hatine xapandin.
Gazal Altûntaş ku li ser navê wê di bin navê piştgiriya çandiniyê de 10 hezar û 776 TL kredî ji Bankeya Zîraatê hatiye kişandin, ji ber ku nehatiye dayîn lê bûye 32 hezar û 648 TL. Altûntaş, xwest mexdûriyeta wê bê hel kirin.
Altûntaş, anî ziman ku xizma wê Dilşah Y. jî di nav de çeteyek heye û ew çete gelek kesan xapandiye.
LÊ BÛ 32 HEZAR Û 648 TL
Altûntaş, anî ziman ku 11 sal berê li Amedê di fabrîkeyeke şîr de dixebitî û xizma wê Dilşah Y. jê re gotiye wê "Serokomar amûrên spî û pereyan bide" û got: "Min nasnameya xwe girt û em çûn noterê. Ji min re gotin gere tu îmzeyê deynî binî kaxezê. Min nasnameya xwe da wê. Wê her tişt kir. Got, wê her meh 500 TL têkeve hesabê te."
BÛKA WÊ JÎ HATIYE XAPANDIN
Altûntaş, got: "Ez di xaniyê bikirê de bûm. Zarokên min jî di girtîgehê de bûn. Min jî got qey bera alîkarî ye û qebûl kir. Min nizanibû wê min biaxpînin." Her wiha Altûnatş, anî ziman ku bûka wê Sevîm A. jî hatiye xapandin û 18 hezar TL deyn ketiye stuyê wê.
Altûntaş, diyar kir ku sê sal berê kurê wê yê li eskeriyê hezar TL jê re şandiye, lê belê gava çûye bankeyê pereyê wê hatiye desteserkirin û got: "Gotin, deynê te heye. Meger bi salan faîz lê bar bûye. Niha kurê min û bûka min ne zewicandî ne. Du zarokên kurê min hene. Kurê min girtiye. Bûka min zarokan xwedî dike. Li nexweşxaneyekê dixebite. Her meh ji meaşê wê tê birîn. Gava pere dikeve hesabê min yekser tê desteserkirin. Du kurê min girtîne. Nikarim wan xwedî bikim. Her diçe deynê min zêde dibe."
GILÎ KIR
Altûntaş, destnîşan kir ku xizma wê Dilşah Altûntaş di demeke nêz de gelek daîre kirîne û got: "Ez çûm qereqolê, min giliyê wan kir. Min îfade da. Lê tiştek jê derneket. Li xwe mikur nehat. Got, malbata wê giş hatiye xapandin. Heqê kirêya min 600 lîre ye. Tu derametek min tuneye. Diçim paqijiya nav malan dikim. Deynekî ku min nekriye di stuyê min de ye. Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tunebû, ev tişt hatin serê min."
Têkildarî bûyerê me bi Dilşah Y. re jî xeber da û wê jî îdia kir ku 11 sal berê çeteyeke noter û bankeyan hebûye û ew çete wê jî xapandine û tiştên Altûntaşê gotin red kirin.
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Gulîstan Dînç