AMED – Bijîşk Erdal Sîpan, tekildarî vîrûsa coronayê xwest çapemenî, sazî û dezgehên dewletê û yên civakî hişyar tev bigerin û got: "Dive her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne û baldar bin. Divê her kes girîngiyê bidin paqijiyê."
Vîrûsa Coronayê (Covîd-19) li bajarê Wuhanê yê Çînê derket holê. Heta niha li Cîn, Îran, Îtalya, Avûsturya, Hirvatîstan, Îsvîcre, Birezîlya û Cezayîr jî di navde li zêdeyî 40 welatan belav bû. Heta niha 2 hezar 707 kesan ji ber vîrûsê mirin. 80 hezar û 150 kes jî bi vê nexweşiyê ketin. Tenê 2 hezar û 563 kesên li eyaleta Hubeî ya Çînê mirin. Bijîşk Erdal Sîpan der barê Vîrûsa Coronayê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku vîrûsa koronayê malbateke vîrûsa ya mezin e û wiha got: “Vîrûsa coronayê di laşên sewalên wekî şevşevok, kûçik, beraz, hêştiran de dijîn. Gava ku genetîka vê vîrûsê de guherînek, çêbû dibe sedema nexweşiyên giran û mirinê. Eger vîrus ji sewalan derbasî mirovan bû, mirov nexweş dikevin. Herku vîrus mutasyonê derbas dike cihê xwe diguhere."
Sîpan, da zanîn ku dema virûs derbasî mirov dibe mirovan bi giranî nexweş dike û got: “Ev vîrûs cara sêyemîn e mutasyonê derbas dike. Ewil di sala 2003’an de li Çînê hat dîtin. Navê SARS lê kirin. Li Çînê mûtasyon derbas kir û derbasî mirovan bû. Kesên bi vîrûsa SARS’ê ketin ji sedî 10 mirin. Di 2012'an de li Siûdî hat dîtin. Wekî MERS’ê binav kirin. Ji sedî 35 nexweş mirin. Vîrûsa di 2019’an de belav bû ewil wekî “ncov” bi nav kirin. Ji sedî 3- 5 nexweş mirin. Lê mixabin ev vîrûs zû belav dibe."
‘KENGÎ DERBASÎ MIROVAN DIBE?’
Sîpan, li ser nîşaneyên vê vîrûsê rawestiya û got: “Ev vîrûs wek nexweşiya zekemê xuya dibe. Di nava hewayê de û li ser alav û amûran heye. Bi rêya nefesê derbasî laş û pişika mirov dibe. Gelek kesên ev vîrûs derbasî wan dibe, bê tedawî derbas dikin. Dema germa laş zêdebû û daneket û nexweşî lê giran bû, divê biçe serî li nexweşxaneyê bidin. Bi taybetî kesên temenê wan mezin bi vê vîrûsê dimirin. Dîsa zarok û kesên nexweşiya kronik dimirin. Ev vîrûs di pişikê de dibe sedema zatureyê. Divê pergala xweparastinê xurt be."
‘NÎŞANÊ ZEKEM Û CORONAYÊ DIŞIBIN HEV'
Sîpan destnişan kir ku nîşaneyên vê vîrûsê hene û got: "Em ji nîşaneyan re dibêjin semptom. Av ji poz/difin tê, qiriqa mirov diêşe. Laş disincire, kuxik çêdibe. Nîşanê zekemê û vîrûsa coronayê dişibin hev. Dema derbas nebû û nexweşî giran bû, divê em serî li nexweşxaneyê bidin. Dema me temasî nexweşan kir û em çûn cihê nexweşan, divê em têkevin şikê û biçin nexweşxaneyê. Divê em nexweş û cihê nexweşî lê heye dûr bikevin. Li dijî vîrûsê mirov dikarin rûpoşê bidin ber difin û devê xwe. Rûpoş heta astekê vîrûsê asteng dike. Kesên nexweş û saxlem, divê dema xwarin xwarin destên xwe baş bişon. Divê destên xwe nedin çav û ruyê xwe. Dibe ku bi nefesê jî û bi destan jî derbasî dev û bişikê bibe. Eger nexweşiyeka kronik hebe jî divê em tedawiya xwe bi rêk û pêk bikin. Divê em parastina xwe xurt bikin. Wextê ku ev vîrûs gihişt me, an jî nîşaneyên wê çêbûn, divê em dernekevin derve û belav nekin.”
‘HÊJ DERMAN NEHATINE DÎTIN’
Sîpan, bilêv kir ku gelek kes ji vê nexweşiyê rizgar dibin û wiha lê zêde kir: “Niha tedaviyeke spesîfîk tune. Vê nexweşiyê ji dev, poz an jî ji xwînê tahlîlê digirin û tespît dikin. Piştî tespîdê dikarin tedawiyên alîkar bikin. Tedawiya wê û zekemê wek hev e. Dema vîrûs di laşê me de belav bû û zirar da organên din divê organên din jî bên tedawîkirin. Hêj dermanê wê nehatiye dîtin. Lêkolîn û xebatên ji bo derman û tedawiyê didomin. Divê herkes berpirsyariya ku bikeve ser milê wan pêk bîne. Çapemeni, sazî û dezgehên dewletê, rêxistinên civakî divê hişyar û berbirsiyar tev bigerin. Divê rê û rêbazên parastinê pêş bixin û hişyar bikin. Divê her kes girîngiyê bidin paqijiyê û tevguera xwe kêm bikin. Niha li Îranê belav bûye. Di navbera Bakûrê Kurdistanê û Îranê de çûn û hatin zêde ye. Bi taybetî li Agirî û Wanê ev zêde ye. Îhtîmala ku nexweşî ji wî alî derbasî Bakûr bibe zêde ye. Divê demildest tedbîr bên girtin. Ger ku tedbîr neyên girtin, dê ev vîrus li vir jî belav bibe."