* 5 sal berê Mutabaqata Dolmabahçe hat îmzekirin. Piştî demek şûnde Serokomar Erdogan mutabaqat red kir. Ji wê demê û şûnde her dem peyva ‘darbe’yê hat rojeva Tirkiyeyê. Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, diyar kir ku piştî îtîfaqa AKP û Ergenekonê pêvajo xera kirin îro hatine sînorê hilweşinê. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay jî anî ziman ku ger hikûmetê mutabaqat qebûl kiribûya dê îro Tirkiye li ser pêşeroja xwe bi axiviya."
* Xizmekî Gazal Altûntaşê jê re dibêje, Serokomar alîkariyê belav dike û ji bo karibe alîkariyê wergire divê biçe noterê û îmzeyê bide. Atûntaş jî îmzeyê dide, lê belê paşê bêyî haya wê jê hebe li ser navê wê 10 hezar û 776 TL kredî hatiye kişandin û ji ber ku nehatiye dayîn lê bûye 32 hezar û 648 TL. Altûntaş, giliyê kesê ku îdia dike ew xapandiye kiriye û got, lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin.
* Malbata Veys, Kayayê ku di sala 2006'an de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû, diyar kir ku ji ber tecrîda ku hê jî didome dayik digirîn.
* Endamê Komîsyona Hawirdor û Heywanan a Baroya Wanê Parêzer Erdal Temîzaltin û heywanhez Yildirim Aram, qesab bi qesab digerin ji bo heywanan hestî û goşt kom dikin.
* Endama Koma Yorûmê Hêlîn Bolek ji bo daxwazên wê bên qeblkirin 252 roj in di rojiya mirinê de ye. Refeqatvana wê Yûrdagul Gumuş, der barê tenduristiya Bolekê de got, ew naxwazin Hêlîn bimire.
* Li 5 gundên Dêrikê ku di ser 3 hezar rî re mirov lê dijîn û herî kêm 3 kes girêdayî makîneyên dkelê dijîn 8 roj in ceryan û av hatiye qutkirin. Gundiyên ku di ser 10 hezarî heywanên wan hene, diçin diçin ji gundên derdorê avê tînin.
* Odeya Tabîban a Stenbolê û Komeleya Nexweşiyên Înfeksiyon û Mikrobiyolojî ya Klînîka Tirk dê têkildarî Vîrûsa Corona (Covid-19) li Odeya Tabîban a li Cagalogluyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.30)
* KESK dê bernameya 8'ê Adarê li Navenda Giştî ya KESK'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA dê li navçeya Sîlopî bernameya 8'ê Adarê aşkere bikin. (13.00)
* TJA, dê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Dersimê starta çalakiyan bide destpêkirin. TJA, dê bi heman armancê li Taxa Kabe ya Sûra Amedê bi tevlêbûna parlamentera HDP'ê Remziye Tosun ji bo jinan şahiyekê li dar bixin. (14.00)
* Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê dê têkildarî bûyerên întîharan bi dirûşmeya "Întihar cînayet e, Piştevanî dide jiyandin" li pêş Opera Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19.30)