Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin

  • rojane
  • 15:49 26 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Mamoste Pelda Sevîm ku li Amedê mamostetiyê dike, diyar kir ku Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Bajar H.O. wê vexwendiya avahiya miduriyetê û li avahîyê ji aliyê polisan ve hatiye lêpirsînkirin. Sevîm, da zanîn ku polisan sîxurtî lê ferz kiriye û serlêdana sûc kir. 

 
Derket holê ku Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Amedê H.O., mamosteya muzikî Pelda Sevîm ku li navçeya Bismil a Amedê li Lîseya Anadolûyê ya 15'ê Temmûzê dixebite, vexwend miduriyetê û li odeyeka miduriyetê bi polisan daye lêpirsînkirin û sîxurtiyê lê ferz kiriye. Mamoste Sevîm, têkildarî bûyera ku di 20'ê Sibatê de pêk hatiye, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Sevîm û malbata xwe, Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdûllah Zeytûn û Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abbas Şahîn tevlî civînê bûn. 
 
'NIFTÊ DA POLISAN Û ÇÛ'
 
Di civînê de Sevîm qala bûyera ku bi serê wê de hatiye kir û wiha axivî: "Derdora saet 15'30'an midurê dibistana min li min geriya û diyar kir ku Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Bajar H.O. xwestiye ku tu biçî cem wî. Min mijarê jê midur pirsî, midur got ku haya wî ji mijarê tuneye. Piştî vê yekê min jî got ku ez diçim Amedê û çûm. Ketim odeya cîgirê midur. Li odeyê wî min pêşwazî kir. Piştre derket derve û pêre hat got ku dê hevalên polis têkildarî mijarekî bi te re biaxivin. Piştre 3 kesên ku xwe weke polis dan nasîn, hatin ketin odeyê û min lêpirsîn kir. Di vê navberê de cîgirê midur nifteya xwe da polisan û derket. Piştre ez tenê bi polisan re mam. Têkildarî malbata min çend tiştan ji min pirsîn. Ji min pirsîn ku ji malbata min têkiliya kesî bi terorê re heye û gotin ku tu mamosteya namzetî, peymana te tê nûkirin. Min ev weke gef fêm kir."
 
'GELEK TIRSIYAM'
 
Sevîm, diyar kir ku têkildarî mijarê serlêdana sûc bike û ev tişt anî ziman: "Ji ber pîroziya saziya ku ez lê dixebitim, ev rewş min gelek xemgîn kir. Gelek jî tirsiyam. Mabûna bi tena serê xwe jî pirsgirêk bû. Ji bo niha şûnve jî ditirsim. Lewre nizanim ku bi çi re rû bi rû bimînim. Daxwaz dikim Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar û Wezareta Perwerdeya Neteweyî têkildarÎ rewşê lêpirsîneke pêwîst bikin. Ev rewş qet bi saziya ku lê me nakeve û dixwazim ku bê zelalkirin. 
 
'REWŞEKEXETERNAK E'
 
Piştî Sevîm, Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdûllah Zeytûn jî axivî û destnîşan kir ku ji ber bûyer Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar pêk hatiye xeternak e û got ku tişta pêk hatiye sûc e. Zeytûn, da zanîn ku bûyer ne bûyera yekemîn e û dê bûyerê bişopînin. Piştî Zeytûn, Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abbas Şahîn jî axivî û diyar kir ku di demeke ku gelek pêkanînên antîdemokratîk hene de derbas dibin û daxwaz kir ku pêkanînên bi vî rengî bên dawîkirin. 
 
DAYIKA SEVÎM: LI CEM KEÇA XWE ME
 
Dayika Sevîm Muzeyen Sevîm jî bi lêv kir ku piştî bûyerê keça wê lê geriyaye û ev tişt got: "Ez ê tu carî deng û tirsa keça xwe ya demê ji bîr nekim. Ez timik li cem keça xwe me. Gumanên min gelek in. Ez difikirim ku bi keça xwe re biçim dibistanê û bêm. Em serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
  
 
 

Sernavên din

28/02/2020
11:31 HDP bi rojeva Idlibê dicive
11:29 Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê
11:22 Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe
10:49 Tedawiya jinên KESK’î yên qeza kirin dewam dike
10:17 NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi ‘lezgînî’ kom dibe
09:42 Sekreterê Giştî yê NY: Divê li Idlibê demildest agirbest were ragihandin
09:40 Li girtîgehan binpêkirinên mafan: Rojanme, radyo û revîr qedexe ne!
09:36 Rûsya: Diviyabû leşkerên tirk ne li wê derê bûna
09:21 Wê jinên stenbolî di 8'ê Adarê de li qadan bin
09:20 Hejmara 150'emîn a Nûbihar derket
09:19 Li Girtîgeha Silîvriyê cezayên hucreyê
09:19 Tiştên hatine serê her 2 minareyên Mizgefta Sumerê
09:17 Midûra nelirêtî kirine, li şaredariyê kirin midûr!
09:16 Baxçê pirtûkxaneya 66 salî kirine eywana okê!
09:15 'Piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN
08:40 Waliyê Hatayê: 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
27/02/2020
18:12 Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin
16:53 Walîtiya Bûrsayê ji bo Îmraliyê daxuyanî da: Şewat hatiye kontrolkirin
16:47 Li Idlibê 3 leşker mirin
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî