RIHA - Rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û malbatan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamên Meclîsa DBP'ê Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşil ên di qedexên derketina kolanan a li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li ser gorên wan ew bibîr anîn.
Rojnameger û Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Endamên meclîsê yên Partiya Herêmên Demokratîk Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ên di 26'ê Sibata 2016'an de di qedexeyên derketina kolanan a li Navçeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn. Nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Di bîranînê de Rêveberê DFG'ê Zeynel Bulut, diyar kir ku ew sekn û biryara Aktaş ji bo xwe dikin mînak. Bulut, anî ziman ku ew çawa şopa rojnameger û rewşenbir Musa Anter, Gurbetelli Ersoz û yên din dişopînin, dê îro şopa Aktaş jî bişopînin.
Bulut, anî ziman ku Aktaş li Cizîrê ji bo rastiyan binivîse çûbû Cizîrê û wiha bi dawî kir: "Dema rastî dişopand li Cizîrê hat kuştin. Aktaş bi sekna xwe pêşengiya çapemeniya azad kir. Ala ku wî bilind kiribû, em ê hilgirin. Em soz didin wan ku emê têkoşîna wan berdewam bikin."
Dayika Rohat Aktaş Meliha Aktaş jî zextên li ser gelê Kurd şermezar kir. Piştî axaftina Aktaş koma li ser goristanê dirûşmeyên "Şehit namirin" berz kirin.