WAN - Piştî hat diyarkirin ku li Îranê jî mirov bi vîrusa Coronayê ketine, li Wanê fiyetê maskeyên medîkal ji sedî 150 biha bûn. Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Dermanxaneyan Fîkret Baransel, anî ziman ku maske mirovan ji vîrusê naparêze, a girîng divê mirov temasî canê hev nekin û heta ji wan bê guh bidin paqijiyê.
Piştî hat diyarkirin li bajarê Kûm ê Îranê jî mirov bi vîrusa Coronayê ketine, li Wanê êdî mirov maskeyan dikirin. Ji ber vê fiyetê maskeyên ji bo carekê ji 2 lîreyan bû 5 lîre û fiyetê maskeyên heftane jî 10 lîreyan bû 20 lîre. Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Dermanxaneyan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Fîkret Baransel, bal kişand ser girîngiya paqijbûyînê.
Baransel, diyar kir ku divê mirov pir temasî canê hev du nekin, neçin cihên pir qerebalix û tim destên xwe bişon û got: "A herî girîng temas e. A rast ev di çanda me de heye. Em pir nêzî hev in. Divê em pir hev hemêz mekin, bi destê hev megirin û hev maçî mekin."
'A GIRÎNG NE MASKE YE, PAQIJÎ YE'
Baransel, destnîşan kir ku ne mecbûrî ye ku mirov maskeyan bi kar bîne û got: "Der barê maskeyan de şaşiyek heye. Ev hem dibe sedema endîşeyan hem jî tirsê. A muhîm em tevdîrê bigirin. Niha li welat kes pê neketiye. Divê em li paqijiya xwe ya şexsî miqate bin. Li deverên komî maske ne mecbûrî ye, lê ev jî paqijî ye. Heta mirov neçe deverên kesên nexweş lê ne, maske ne mecbûrî ye."
'EM DESTÊN XWE BIŞON'
Baransel, anî ziman ku maskeyên ji bo carekê tenê rojekê tên bikaranîn û got: "Gava em maskeyê berjor an jî berjêr bibin teqez divê em destên xwe bişon. Paqijî pir muhîm e. Maskeyên baştir hene, ew jî N95 û N99 in. Ev jî heftane ne."
'PIŞTÎ DAXWAZ ZÊDE BÛ FIYET JÎ BIHA BÛ'
Her wiha Baransel bal kişand ser bihabûna fiyetên maskeyan jî û got: "Piştî tiştek wiha derket her kes dixwaze maskeyan bikire. Lê di stokên tu dermanxaneyan de ev qas maske tune ne. Loma em jî niha ji derve tînin. Mixabin piştî daxwaz zêde bû fiyetên wan jî biha bû."
MA / Bariş Donmez