ÊLIH – Şêniyên Gundê Zahora ku nêviyê wê di binê ava Bendava Ilisûyê de maye, ji ber ku ji 57 parsêlên tahsîsî wan hatiye kirin der barê 30 parsêlî de doz hatiye vekirin nikarin xaniyên xwe çê bikin. Gundiyan xwest ev mesele demildest bê helkirin.
Bendava Ilisûyê yeko yeko jîngehan dadiauqrtîne. Li gorî daxuyaniyên fermî, heta niha 108 gund di bin avê de mane û li gor rapora Hewldana Jîndakirina Heskîfê jî wê bi giştî 199 gund û navçe di bin avê de bimînin. Yek ji van gunda jî gundê Zahora yê Êlihê ye. Lê belê şêniyên vî gundî jî ji ber ku li cihê nû erdên tahsîsî wan hatiye kirin ketine ber dozê nikarin xaniyên xwe çê bikin. Ji bo cihê nû yê gundê Zahorayê, par di meha Nîsanê de ji bo 57 parêsl erd tahsîsî gundiyan bê kirin pişk hatibû avêtin. Lê hin gundî ji ber ku parsêlên hatine parvekirin di biniay donimekê re ye, tev li pişkê nebûn. Erdê tahsîsî 57 kesan hatiye kirin, ji ber ku 30 donimê wî ketiye ber dozekê gundî nikarin xaniyê xwe çê bikin. Umran û Huseyîn Çîle ku malbata wan ji bo erd doz vekiriye, kes nikare xaniyê xwe çê bike.
Keyayê gund Îhsan Yildiz, got: "Em diçin cem dadger, dibêje hê dewam dike. Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê dixe stuyê yekî din. Walîtî dibêje dozê vekin. Yanî her diçe mesele mezintir dibe û av jî bilind dibe. Gund, di bin avê de mane. Em dixwazin meseleya me bê helkirin."
'CIHEKÎ EM PÊ DE BIÇIN TUNEYE'
Sonmez Er, anî ziman ku xaniyê wî yê li gund bi temamî di bin avê de maye û ji ber va bilind bûye mecbûr mane ji gund derkevin. Er, got: "Ji walî bigire heta cîgirê wî her kes hat gundê me. Gotin, em ê hel bikin, lê av tê. Em dixwazin hel bikin. Av tê. Ez dibêm me dixapînin. Ma em ê li benda biryara dadgehê bin? Cihekî em pê de biçin tuneye. Mecbûr em ê kon vedin. Bnag li walî dikim, em dixwazin meseleya me bê helkirin."
‘EM MEXDÛR IN'
Îskan Yildir jî got: "Ji me re dibêjin dozê vekin. Em mexdûr in. Berî gund bi temamî di bin avê de bimîne em dixwazin xaniyên xwe çê bikin."
Têkildarî mijarê me hevdîtin bi Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê re çê kir. Rayedarên midûriyetê diyar kir ku 57 parêsl li gundiyan hatiye parvekirin, lê belê ji ber ku gundiyan li hev nekiriye û doz vekirine wisa bûye û piştî doz bi dawî bibe wê karibin xaniyên xwe çê bikin.
MA / Metîn Yoksû