AMED - Li gundê Ortewêran ê navçeya Rezan, agir bi malekê ket û zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Ortewêran ê navçeya Rezan a Amedê, ji ber sedemeke nediyar agir bi mala welatiyê bi navê Mehmet Emîn Yildiz ket. Agir bi mudaxaleya komên agirkujê hat vemirand. Di agir de Hîlal Yildiz ê 4 salî ji dûmanê bi bandor bû û ew rakirina Nexweşxaneya Zarok û Zayînê ya Amedê. Li gel hemû mudaxaleyan zarok nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.