ENQERE – Rêxistinên maf têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Afyonê raporek eşkere kirin û mafnasan got: “Midurê girtîgehê gotiye êdî îşkence serbest e. Li wan bidin lê şopê nehêlin.”
Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Bijîşkan a Amedê, şaxên MED TUHAD-FED), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Enqereyê derbarê girtiyên li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Afyonê raporek amade kirin û bi civînek çapemeniyê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê eşkere kirin. Rêveberên van saziyan beşdarî civînê bûn.
TURKDOGAN: ÎŞKENCE DIDOME
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û bal kişand ser angaştên îşkenceyên li Tirkiyê û got: “Îqtîdara siyasî vê yekê vedişêre. Îşkenceyên tên kirin wek îşkenceyê nabîne. Dibêjim derbasbûna reyeyê. Lê em vê yekê red dikin. Li girtîgehan îşkence bi armanca zextan tê kirin. Hin xebatkarên cemaweriyê dema îşkence dikin kêfê jê digirin. Em bûne şahidê vê yekê. Divê dest ji vê feraseta xwe ya berê berdin. Lazime li girtîgehan tundî were bidawîkirin.”
ÇEVÎRMEN RAPOR EŞKERE KIR
Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî rapor xwend. Çevîrmen da zanîn ku ew li ser giliyê malbatên girtiyan di 20’ê sibatê de çûne Girtîgeha Afyonê û wek şandeyek li gel girtiyan hevdîtinek pêk anîne. Çevîrmen anî ziman ku girtiyan ji wan re gotiye ku li girtîgehê mafên wan bingehîn, azadiya wan û qedexeya îşkenceyê tê binpêkirin.
Çevîrmen diyar kir ku wan wek şandeyê bi 15 girtiyan re hevdîtin pêk anîne û girtiyan neheqiya li wan tê kirin, mafên wan tê binpêkirin û tundiya li wan tê kirin ji wan re vegotine. Çevîrmen got: “Midurê girtîgehê gotiye êdî îşkence serbest e. Li wan bidin lê şopê nehêlin.”
Çevîrmen di dewama raporê de xal bi xal bal kişand ser nêrîn û pirsgirêkên girtiyan ku ji wan re vegotine û parve kir.
Çevîrmen anî ziman ku divê derbarê îşkenceya tê kirin û binpêkirina mafên girtiyan de demildest lêpirsîn were destpêkirin.
DÊ DÎSA BIÇIN
Endama Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Hulya Yildirim jî destnîşan kir ku derbarê îşkencekaran de lêpirsîn nayê destpêkirin û ew ê vê hefteyê jî biçin girtîgehê çavdêriyan bikin.