WAN - Qemyonên alîkariyê yên şaredariyên HDP’î ji bo 4 gundên Elbakê ku di erdhejê de zirarek mezin dîtin re şandin ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin astengkirin.
Ji ber erdheja pileya wê 5.9 a li navenda bajarê Xoy a Îranê rû da, li 4 gundên navçeya Elbak a Wanê zirarek mezin rû da. Alîkariyên ji bo 4 gundên Elbakê hatin şandin ji aliyê leşker û polîsan ve hatin rawestandin.
Şandeyeke ji rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê, li Qereqol Leşkerî ya Albayrakê hat rawestandin. Leşker û polîs, destûrê nadin ku 4 qemyonên zexîrê, paçê zarokan û branda têde hene, derbas bibin.
Şandeya ji 150 kesan pêk tê, li ser rawestandina qemyonan, ew jî li ber qereqolê radiwestin. Polîs û leşkeran, dan zanîn ku wê alîkarî bi destê AFAD’ê bê belav kirin û wê malzemeyên heyî teslîmî koordînasyonê bikin, berevajî ewê destûrê nedin ku alîkarî derbasî gundan bibe. Şande jî, bi israre ku alîkariyê bi destên xwe bigihînin gundan.