STENBOL – Rojnameger Yuksel Genç di “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” de Yuksel Genç parastina xwe kir û da zanîn ku bi delîlên vê dozê li Amedê derbarê wê de dozek din lê hatiye vekirin.
Danişîna 18’emîn a “Doza Çapemeniyê ya “KCK’ê” ku 46 rojnameger û xebatkarên çapemeniya azad jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Kordînatora SAMER’ê Yuksel Genç a ne girtî tê darizandin û rojnameger Huseyîn Denîz û parêzerên xwe beşdarî dozê bûn.
BI HEMAN HÊNCETAN DOZEK DIN LÊ VEKIRIN
Piştî tespîta nasnameyan, danişînê dest pê kir. Ji ber ku heyeta dadgehê guherî girtekên berê hatin xwendin.
Pişt re rojnameger Yuksel Genç parastina xwek ir û da zanîn ku ji ber xebatên wê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê doz lê hatiye vekirin û doza çapemeniyê û ya KCD’ê kirine yek. Genç anî ziman ku bi delîl û hêncetên doza çapemeniyê li Amedê jî dozek din lê hatiye vekirin û ev yek di warê hiqûqî de ne mimkin e. Genç got bi van delîlan doza “avakirina rêxistinê û birêvebirinê” lê hatiye vekirin.
'KCD RÊXISTINEK SÛC NÎNE’
Genç qala xebatên xwe yên di dema KCD’ê kir û got: “Hûn ji ber xebatên min ên di nava KCD’ê doz li min vedikin, lê KCD ne rêxistinek sûc bike ye. Her wiha delîlên hatine nîşandan jî ne sûc in.”
Piştî parastina rojnameger Huseyîn Denîz û parêzeran heyetê navber da danişînê. Heyetê paşê biryara xwe da û hemû daxwazan red kir û danişînê taloqî 2’ê tîrmehê kir.