AMED - Dadgeha Bilind, 10 sal cezayê ku li siyasetmedar Aysel Tûglûk hatibû birîn, pejirand.
Hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Aysel Tûglûk, di 28'ê kanûna 2016'an de li Amedê hatibû girtin. Ji ber xebatên wê yên KCD'ê di 16'ê Adara 2018'an de bi angaşta ''Endamtiya rêxistinê'' 10 sal ceza lê hatibû birîn. Piştî ku Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê daxwaza temyizê qebûl nekiribû û cezayê dadgeha xwecih pejirandibû doza çûbû Daîreya Cezaya 16'emîn a Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî 10 sal cezayê ku li Tûglûk hatibû birîn, pejirand.