Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir

  • rojane
  • 13:47 25 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL –Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekî ya Stenbolê polîsan li Mehmet Yaman îşkence kir. Ji ber îşkenceya polîsan xwîn çû ser mejiyê Yaman û 10 rojin odeya venêrtina zêde de tê dermankirin. Malbata Yaman li dozgeriyê gilî kirin û dozger qeydên kamerayê xwestin. Lê rêveberiya nexweşxaneyê got "Kamera ne di qeydan de bûn". Piştre di dîmenên qamerayên din de hat dîtin ku polisan bi dijwarî li Yaman îşkence kiriye. 

Di 15'ê Sibatê de li Navçeya Fatîhê ya Stenbolê Mehmet Yaman ê 48 salî rastî tundiya polîsan hat. Yaman di encama lêdana polîsan de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Yaman 10 rojin li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çapa ya Stenbolê di beşa venêrtina zêde de tê dermankirin. Yaman hêj hişê wî nehatiye serê wî û talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Yaman ê rastî lêdan û êrîşa polîsan hat aliyekî wî felç bûye û gelek hestiyên wî hatine şikandin. Malbata Yaman, ji bo îşkencekar bên darizandin û cezakirin dest bi têkoşîna hiqûqî kirin. Malbata Yaman ewil serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan. Piştre serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan. 
 
 
'QAMERA NE DI QEYDÊ DE BÛN' 
 
Piştî parêzerên malbatê serî li dozgeriyê dan, dozger xwest qamerayên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekî bên lêkolînkirin. Lê rêveberiya Nexweşxaneyê got “Qamera ne di qeydê de bûn" û xwest dîmenan veşêre. 
 
‘30 KESAN ÊRÎŞÎ MIROVEKÎ KIRIN' 
 
Her çend rêveberiya Nexweşxaneyê diyar kir ku dîmen li cem wan tune jî di qamerayên din de derket holê ku bi dehan polîsan êrîşî Mehmet Yaman kirine û îşkence li wî kirine. Di dîmenan de tê dîtin ku polîs li ser kolanê direvin û xaza xwezayî davên Yaman. Zarokekî li wir dibêje 'Bira xaza îsotê davêjin wan. We dît çek berdan wan. Tu tirsonekan dibîne ne wisa? 30 kesan êrîşî yekî kirin. Xwedê mezin e." û tundiya polîsan a li dijî Yaman nîşan dide. Di dîmenan de tê dîtin ku biraziyê Mehmet Yaman  Muhammet Yaman destê wî li pişt wî kelepçe dikin û wî binçav dikin.
 
Di dîmenan de hat dîtin ku Muhammed Yaman û birayê xwe rastî êrîşa komek polîs tê. Dayika Muhammed Yaman Guler Yaman jî hewl dide xwe bigîne wan û ji polîsan re dibêje 'Wisa nekin' 
 
Di dîmenek din de jî tê dîtin ku piştî polîsan îşkence li Mehmet Yaman kir, Yaman ji ser hişê xwe çûye û bi sedyê wî dadikin nexweşxaneyê. Biraziyê Mehmet Yaman Mert Yaman jî ji bo mamê xwe Mehmet biparêze xwe dike sîper. Dîsa wêneyê ku polîsan îşkence kiriye jî hatin dîtin. Di wêneyan de jî tê dîtin ku Yaman rastî îşkenceyê hatiye û rûyê wî reş û şîn bûye. 
 
 
Di 15'ê Sibatê de dema Muhammet Yaman ê 16 salî ji cihê kar diçe malê, polîsên “Yunus” wî li ser rê didin rawestandin û nasnameya wî li GBT'ê dixin. Polîsan li nasnameya Muhammet nerîbû û heqaret lê kiribûn. Ji ber Muhammed polîs hişyar kirin, polîsan destê Muhammed li pişt wî kelepçe kirin û bi lêdanê binçav kirin û birin Şaxa Zarokan a Midûriyetea Polîsan a Fatihê û piştre birin Nexweşxaneya Hasekî. Dema Guler Yaman û tiyê xwe Mehmet Yaman, xwe ji bo Muhammed Yaman kirin mertal, polîsan li Mehmet Yaman xistibûn. Yaman di êrîşa polîsan de birîndar bû û xwîn çûbû ser mejiyê wî.
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/02/2020
11:31 HDP bi rojeva Idlibê dicive
11:29 Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê
11:22 Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe
10:49 Tedawiya jinên KESK’î yên qeza kirin dewam dike
10:17 NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi ‘lezgînî’ kom dibe
09:42 Sekreterê Giştî yê NY: Divê li Idlibê demildest agirbest were ragihandin
09:40 Li girtîgehan binpêkirinên mafan: Rojanme, radyo û revîr qedexe ne!
09:36 Rûsya: Diviyabû leşkerên tirk ne li wê derê bûna
09:21 Wê jinên stenbolî di 8'ê Adarê de li qadan bin
09:20 Hejmara 150'emîn a Nûbihar derket
09:19 Li Girtîgeha Silîvriyê cezayên hucreyê
09:19 Tiştên hatine serê her 2 minareyên Mizgefta Sumerê
09:17 Midûra nelirêtî kirine, li şaredariyê kirin midûr!
09:16 Baxçê pirtûkxaneya 66 salî kirine eywana okê!
09:15 'Piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN
08:40 Waliyê Hatayê: 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
27/02/2020
18:12 Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin
16:53 Walîtiya Bûrsayê ji bo Îmraliyê daxuyanî da: Şewat hatiye kontrolkirin
16:47 Li Idlibê 3 leşker mirin
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî