ENQERE - Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopezd de Lacalle, diyar kir ku li Tirkiyeyê, li dijî kurdan polîtîkayên zextan tên birêve birin û got: “Tirkiye bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hiqûqa navneteweyî bin pê dike.”
Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopezd de Lacalle ya beşdarî 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, polîtîkayên zextan ên li Tirkiyeyê û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) di Parlementoya Ewropayê de, bi awayekê aktîf beşdarî siyasê dibe, pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê û bi taybetî, pirsgirêka kurd ji nêz de dişopîne. Lacalle, di saia 2019’an de hat Tirkiyeyê û doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di salonê de şopandi bû. Lacalle, diyar kir ku li Tirkiyeyê, kurd bi pêvajoyên êrîş û zextan re rû bi rû ne û vê yekê bi fikarek mezin dişopîne.
Lacalle, bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û wiha axivî: “Rejîma Tirk, di qada navneteweyî de behsa demokrasiyê dike, lê li welatê xwe jî, dîktatoriyê dike. Tirkiye, taybetmendiyên karakteristik ên rejîma faşîst di nava xwe de dihewîne. Mîna vê yekê nebûna darazeke serbixwe ye. Li Tirkiyeyê, daraz bûye amûrê bêdengkirina mûxalefetê. Ji bo pirsgirêka kurd, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çareseriyên xwe danîne holê, lê niha tecrîdkirin û Ewropa li hemberî vê tecrîdê bêdeng dimîne. Ev bêdengî jî dibe sedem ku PKK dinava lîsteya terorê bimîne. Dîsa li Ewropayê ji bo azadkirina Ocalan civakeke sivîl a ku bikeve nava tevgerê tuneye. Ji bo ku Ocalan azad bibe, divê Parlamentoya Ewropayê têkoşînekê bi rêve bibe. Tirkiye bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hiqûqa navneteweyî bin pê dike.”
‘TÊKOŞÎNEK HEVPAR’
Lacalle, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Mirovekê evqas demek dirêj bi tena serê xwe di giravekê de bimîne, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ez difikirim ku Ocalan şervanekê aştiyê ye. Ew weke şervanekê aştiyê hat girtin. Li gel tecrîdeke girankirî, hîna jî nexşerê û teoriyeke polîtîk xiz dike. Ji bo ku ev tecrîd ji holê rabe pêdivî bi têkoşînek hevpar heye.”
‘JINÊN HDP’Î ÎLHAMÊ DIDIN ME’
Lacalle, da zanîn ku jinên HDP’î îlhamê didin wan û wiha bilêv kir: “Weke jinên Ewropî, me vê rastiyê dît. Organîzasyona jinên di nava HDP’ê de, ji ya me pêşketîtire. Bi taybetî pergal hevserokatiyê. Jin, di nava partiyê û tevgera siyasî de, bi awayekê wekhev û xwedî statu tevdigerin. Ji bo ku em van tecrubeyên wan bizanibin em hatin vê derê. Me li têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kobanê mêze kir û wisan me têkoşîna jinên kurd nas kir. Jinên Rojava û Kobanê, nîşanî me dan ku heya femînîzm nebe, şoreş nabe û heya femînîzm nebe demokrasî pêş nakeve.”
MA / Bêrîvan Altan