AMED – Jin li Amedê dê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê bi mitîngekê pîroz bikin. Îsal wê di şûna qurnefilan de zendikên jinan çêkiriyê werin belavkirin.
Wê îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek salên berê bi çalakî û şahiyên cuda werin pîrozkirin. Li Amedê jî jinan ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê zend û bendên xwe girêdan. Jin îsal dê li Amedê di şûna belavkirina qurnefilan de dê zendikên bi destan çêkirine li jinan belav bikin.
Jinên aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo zendikan (bazinên ji benikan) çê bikin li Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dergûşa Şaristaniyê de Winda kirine (MEBYA-DER) civiyan. Jin bênavber çêkirina zendikan didomînin.
Li vir aktîvîsta TJA’yê Medîne Efe daxuyaniyek kurt da û da zanîn ku ji bo keda jinan were dîtin di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de dê zendikan li jinan belav bikin.
'EM Ê ÎSAL ZENDIKAN LI JINAN BELAV BIKIN’
Efe destnîşan kir ku her sal wan qurnefilan li jinan belav dikir lê wê îsal di şûna qurnefilan de zendikên ji aliyê jinan ve hatine çêkirin belav bikin û got: “Em ê zendikan hem ji jinên girtî re bişînin û hem jî li jinan derve belav bikin. Me kevirên ji bo zendikan ji Mêrdînê xwest. Me bang li hevalên xwe yên jin kirin û li vir kom kir ku zendikan çêbikin. Ji bo ev zendik hem diyariyek be bi jinan re bimîne û hem jî ji bo keda jinan were dîtin tên çêkirin.”
BANG LI JINAN HAT KIRIN
Efe bang li jinan kir û got: “Em ê mitînga 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixin. Em ji jinan re dibêjin werin em bi reng, deng, tîlîliyên xwe kom bibin. 8’ê Adarê ji bo me gelek grîng e. Em bang li jinan dikin; werin beşdarî me bibin da ku em 8’ê Adarê bi girseyî û rengîn pîroz bikin.”