STENBOL - Danişîna doza derbarê rojnamegerên di serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê de hatin derp û binçav kirin de hatibû vekirin, hat taloqkirin. Miduriyeta polîsan îdîa kir ku hin telefon û sîmkartên desteser kiribûn winda bûne.
6’emîn danişîna doza 22 rojnamegerên di dema serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin de hatin girtin û bi îdîaya “Li dijî polîs derketin” tên darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê hat dîtin. Tenê parêzer beşdarî danişînê bûn.
PARÊZERAN TELEFON XWESTIN
Di danişînê de hat dîtin ku bersiv ji bo xwestina tefon û meteryalên dijîtal ên di dema serdegirtinê hatibûn desteserkirin hatiye dayîn. Parêzeran parastinên xwe yên berê dûbare kirin û xwestin kêmasiyên heyîn bên temamkirin. Parêzeran diyar kirin ku di dema serdegirtinê de, dîmenên kêliyên polîsan rojnameger derp kirin di qeydên telefonên rojnamegeran ên hatin desteserkirin de hene û ji ber vê xwestin ku telefon bên îade kirin û lêkolîn kirin.
HIN TELEFON WINDANE!
Amîrtiya Navenda Polîsan a Şehît Haşîm Ûsta ya li Taksîmê, derbarê xwestina telefonan de nivîs ji dadgehê re şand û îdîa kir ku telefon û sîmkartên Kemal Bozkurt û Davût Ûçar winda bûne.
Polîsê ku derbarê mijarê de parastina wî hat xwestin jî, diyar kir ku wan li amîrtiya polîsan kirine kîsekê devê wê vekirî û amûrên dijîtal hemû jimartine, lê malzemeyên aîdê Bozkûrt û Ûçar winda bûne.
DANIŞÎN TALOQ BÛ
Dadgehê biryar da ku biryara girtina Amîne Demîrkiran, Gunay Aksoy, Bayram Balci û Ersîn Çaksû dewam bike û li benda vê biryarê bimînin û danişîn taloqî 2’yê Hezîrana 2020’an kir.