ENQERE – Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, beriya biçe Azarbeycanê, xwe bi Nûçegîhanê FOX'ê re xeyinad û got: "Bila berê FOX bibe rojname. Bila dest ji nûçeyên derew berde."
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, beriya biçe Azerbaycanê li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Erdogan li hemberî pirsa rojnamegerê FOX'ê xwe aciz kir û xwe bi rojnameger re xeyidand. Erdogan, li hemberî pirsa nûçegîhanê FOX'ê xwe aciz kir û got: "Binere bila berê Fox bibe rojname. Divê berê vê yekê zanibe. Dest ji nûçeyên derew berdin" û neheqî li nûçegîhan kir."