MERSÎN - Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo piştgiriya endamên Grûp Yorûmê yên di rojiya mirinê de hatibû destpêkirin, di roja çaran de berdewam dike. Li Mersînê ji Koma Hatiye Dîtin (Gorulmuştur Ekîbî) nivîskar Adîl Okay çalakiyê dewr girt.
Çalakiyên ji bo piştgiriya endamên Grûp Yorûmê yên di rojiya mirinê de ne didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo heman armancê hatîbû destpêkirin, di roja çaran de bertdewam dike. Li Mersînê ji Koma Hatiye Dîtin (Gorulmuştur Ekîbî) nivîskar Adîl Okay çalakiyê dewr girt. Çalakî, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê tê lidarxistin û li eywana ku çalakî lê tê lidarxistin, dovîzên mîna "Ji Grûp Yorûmê re azadî" û "Di stranên ku em dibêjin de bila dengê te jî hebe" hatin daleqandin. Nivîskar Okay, diyar kir ku daxwazên Grûp Yorûmê daxwazên mirovî ne û wiha got: "Divê demildest daxwazên wan bi cih bên. Bang li herkesî dikim ku li dor daxwazên Grûp Yorûmê bibin deng."
Wê sibê jî Bekîr Sitki Keçecî, Sevda Ozden Tuyben û Bektaş Kandemîr çalakiyê dewr bigirin.