ENQERE - Nivîskar û Lêkolîner Hamîde Yîgît, têkildarî geşedanên li Idlibê nirxandin kir û diyar kir ku Erdogan dixwaze bi bazara penaberan welatên rojavayî jî têxe nava pêvaoya Idlibê û li Idlibê bi temamî xwe bi cih bike.
Şerê li Idlibê her ku diçe geş dibe. Artêşa Rejîma Sûriye li gel Rûsya û Îranê li dijî hêzên paramiliter ku Tirkiye piştgiriya wan dike şerekî dijwar dike. Her roj esker tên kuştin. Li aliyê din gavên dîplomatîk berdewam dikin. Nivîskar û Lêkolîner Hamide Yigit ku geşedanên li Idlibê ji nêzîk ve dişopîne, diyar kir ku Tirkiye enişa şer li Idlibê sor dike û wiha got: "Niha bi şervanên wekîl di nava şer de cih digire. Tirkiye li ser baweriya ku DYA daye wê li Idlibê eniya şer geş dike. Niha Tirkiye bang li NATO dike û alîkariyê ji NATO dixwaze. Heta niha şerê wekaletê hat kirin. Lê ji vê kêliyê û şûnde hinek zahmet e." Yîgît, anî ziman ku êdî eskerên Tirkiye li Sûriye tên kuştin û wiha axivî: “Heta niha piştgirî dida şervanên li wê derê. Heta artêşa neteweyî îlan kir bi awayekî dizî piştgirî dida wan. Lê êdî şervanên li Idlibê şervanên Tirkiyeyê ne. Tirkiye bi Eniya El Nusra re li hev kir û îtîfaqa ku nav lê nekiriye li Sûriyeyê daye destpêkirin. Tirkiye dixwaze bi eniya Nusra û komên din ên cîhatkar re hebûna xwe bi temamî mayînde bike. Bi tamamî li wir bi cih bibe. Ji ber ku Tirkiye taahhutên xwe pêk neanîn, Artêşa Sûriye li dijî wê operasyon da destpêkirin. Artêşa Sûriye ewlehiya Rêya Bejayî ya M5 bi dest xist. Her kes êdî aşkere dibêje Tirkiye komên cîhatkar ji bo xwe dike mertal. "
'TIRKIYE DIXWAZE WELATÊN ROJAVA TEV LI PÊVAJOYA IDLIBÊ BIKE'
Yigît, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo li Idlibê bi temamî bi cih bibe ew qas li berh xwe dide û wiha berdewam kir: "Dizane ku rewşa wê ya li Idlibê bê guhertin êdî dê dor bê Efrînê jî. Dê dor bê herêma "Firat Kalkani" û "Barış Pınarı". Tirsa Tirkiyeyê ewe ku ji ber soza daye cîhatkaran pêk neanîye dê cîhatkar hêrsa xwe ji wan derxin. Dîsa meseleyek din penaberên li herêmê ne. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, dê di 5'ê Adarê de bi Putin, Merkel û Macron re li Stenbolê bên cem hev. Hewldanên Tirkiyeyê yên diplomatik encam negirt. Ji ber ev rewş nikare daxwazên Tirkiyeyê bibersivîne. Tirkiye bi Zîrveya Stenbolê gavek diplomatik avêt. Dixwaze Îranê li dervê vê zîrveyê bihêle. Dixwaze welatên Rojava jî tev li pêvajoya Idlibê bikin û li gorî xwe bi teşe bikin."
DÊ PENABERAN BIKE BAZAR
Yîgît, anî ziman ku Tirkiye dixwaze penaberan jî bike mijara bazarê û wiha lê zêde kir: "Tirkiye dê di zîrveyê de meseleya penaberan jî bîne ser maseyê. Dê bi penaberan welatên rojava jî tev li pêvajoya Idlibê bike. Ji ber ku welatên rojava li hemberî penaberan pir bi fikar û tirs in. Qada Idlibê bêtir germ dibe. Şer bêtir geş dibe. Rûsya dixwaze eniyekê li wir veke. Eniya cîhadîstan bêtir teng dibe. Dê welatên rojava bixwaze komên cîhadîst an li Tirkiyeyê an jî li Idlibê bimînin. NATO jî dixwaze Tirkiye bi Sûriyeyê re şer bike. Lê ev rewş dê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be. Ev şer, şerê AKP'ê ye. Tirkiye bi armanca fetihê li wir e. Artêşa li wir êdî Artêşa Tirkiyeyê ye û li Sûriyeyê şer dike."
Yigît, bal kişand ser gotina Erdogan a "Demek bê wext em dikarin biçin wir' jî nirxand û got: "Ji xwe ketine cihê digot 'Em dikarin demek bê wext têkevin wir'. Niha li hemberî wê Rûsya heye. Ketina wê tenê sevqîyat e. Bi vî rengî dê windakirina eskeran berdewam bike."
MA / Dîren Yurtsever