RIHA – Tirkiye dê ji bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 ton dexl û zadê xelkê desteser bike û bîne Rihayê.
Hikumeta AKP’ê ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êriş biribû serê dexl û zadê xelkê desteser dike û tîne Tirkiye. 20 ton dexl û zade xelkê Girê Spî yê ku xistibûn enbaran dê bi kamyonan bînin Tirkiyê û di enbarên Ofîsa Mahsûlên Tirk (TMO) ya Rihayê. Tê gotin dê ji bo îhaleya anîna dexl û zad milyonek û 300 hezar lîre were xerckirin.
Beriya niha jî Tirkiyê dest danîbû ser zeytûnên Efrînê û anîbû welatê xwe. Parlamenterê Partiya Muhafazakarên Demokrat a Swêdê Bernhard Guhl desteserkirina zeytûnên Efrînê ku difiroşin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) biribû rojeva Parlamentoyê.
Parlamentera CHP’ê ya Hatayê Sûzan Şahîn jî agahî dan û da zanîn ku Tirkiye berê 21 milyon donim genim diçand niha 19 milyon genim tov dike.