Der barê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT'yê dan

  • rojane
  • 09:07 25 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT'yê dan. Di serlêdanê de bang li CPT'yê hatiye kirin ku encamên serdana xwe ya 2019'an aşkere bike. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de binpêkirinên mafan yeko yeko hatine rêzkirin. 
 
Parêzeran di serlêdanê de diyar kiriye ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'yê Gulana 2019'an nikaribûne hevdîtinê bi muwekîlên xwe re çê bikin û piştî 7'ê Tebaxa 2019'an jî serlêdanên hatine kirin hemû hatine redkirin. Parêzeran di serlêdana xwe de gotiye, di 3 mehên dawî ya sala 2019'an de her carê 4 parêzeran serlêdan pêk aniye û bi giştî 108 hevdîtinên parêzeran bêbersiv mane. Di serlêdanê de hatiye gotin: "Li gor qanûnê di nav vê demê de mafê her serlêderekî yê hevdîtinê 469 saet e, lê belê tenê hevdîtinek jî pêk nehatiye. Di 3 mehên dawî yên sala 2019'an de malbatan jî 65 caran serlêdan pêk aniye lê belê hevdîtinek jî pêk nehatiye. Li gor qanûnê rojên taybet ên wekî 29'ê Cotmeha 2019'an û rojên cejnê 8 caran mafê hevdîtinê hebûye, lê belê yek jê jî pêk nehatiye." 
 
‘4 SAL Û 9 MEH IN HEVDÎTIN PÊK NEHATIYE' 
 
Di serlêdanê de ji bo Veysî Aktaş jî hat gotin ku Aktaş hikumxwar e û ji ber vê 4 jê vekirî bi giştî 12 hevdîtinên wî pêk nehatine. Di serlêdanê de hatiye gotin: "Hatiye diyarkirin ku ji bo hevdîtina Ocalan û wasiyê wî cezayê dîsîplînê ne asteneg e, lê belê dozgeriyê serlêdanên wasiyê wî hemû red kiriye. Birêz Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di Adara 2015'an de neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin lê belê 4 sal û 9 meh in parêzer nikarin hevdîtinê bi wan re çê bikin." 
 
Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku ji Îlona 2018'an ve bi awayekî rêk û pêk 3 mehan carekê herkê 5 caran cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn û hatiye gotin ku ev ceza bi awayekî kêfî hatine birîn. Di serlêdanê de hatiye gotin ku cezayên dîsîplînê nehatine teblîxkirin û bi vî awayî hem mafê serlêderan hem jî mafê muwekîlên wan hatine astengkirin. 
 
‘QEDEXEKIRINA ÎŞKENCEYÊ TÊ BINPÊKIRIN' 
 
Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku pêwendiya Ocalan û her sê girtiyên din a bi cîhanê re bi temamî hatiye qutkirin û hatiye gotin: "Mafên sereke yên muwekîlên me hatine binpêkirin. Mafê wan î tenduristî, parastin û ragihandinê hatine astengkirin. Serlêdanên hiqûqî û nameyên der der barê danûstedinên hiqûqî tên astengkirin. Tiştên di şert û mercên fizîkî, civakî û derûnî de pêk tên, dijî qedexeya îşkenceyê ne. Qedexeyên darazê yên kêfî, qedexeyên îdarî yên bi awaykî kêfî pêk tên tiştine wiha ne ku divê neyên paşguhkirin. Lê divitêyên wan pêk nayên...Diviya şert û merc li gor temenê wan, rewşa wan î tenduristî û weziyeta wan bûna, lê belê berevajî vê ne û di asta îşkenceyê de bi awayekî sîstematîk pêk tên."
 
RAPORÊN CPT'YÊ
 
Her wiha parêzeran di serlêdanê de bal kişandiye tewsiyeyên di raporên CPT'yê yên der barê Îmraliyê de hatine diyarkirin û gotine, lê belê di sê mehên dawî de ev tişt pêk nehatine. Di serlêdanê de pêkanînên ku komîteyê di di dema serlêdana xwe ya 2016'an de aşkere kiribûn jî cih girtine û ji bo vê ev tişt hatine gotin: "Komîteya we tim û tim tewsiyeyan dike. Yek ji vana jî mafê ragihandiyê ye. Lê belê Birêz Ocalan ji sala 1999'an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne." 
 
‘ENCAMA HEVDÎTINÊ AŞKERE BIKIN' 
 
Di dawiya serlêdanê de jî hatiye diyarkirin ku ji bo binpêkirinên mafan ji holê rabin divê pêvajoyeke şopandinê ya çalak dest pê bike. Her wiha di serlêdanê de ji bo serlêdana CPT'yê ya berê jî ev tişt hatine gotin: "Komîteya we di 6-17'ê Gulana 2019'an de çûye Girtîgeha Îmraliyê û hin tespît kirine. Em dixwazin di nêze de ev tespît û tewsiye bên aşkerekirin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

25/02/2020
12:32 Li Mersînê piştgiriya çalakiya Grûp Yorûmê
11:56 Parêzere ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Yîgît: Tirkiye dixwaze bi temamî li Idlibê bimîne
10:51 Trikiye dexl û zadê Girê Spî desteser kir
10:51 Malbata ku mala wan di erdhejê de hilweşiya şevê di romorqê de derbas kir
10:22 Şandeya KCD, DBP, HDP û HDK diçe Elbakê
09:07 Der barê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT'yê dan
09:06 Endezyar Alkan: Ne piştî erdhejê, divê berî wê tevdîr bên girtin
09:03 Hem li wan dan hem jî gotin 'Çima hûn gilî dikin?'
09:02 Civaknas Yardim : Zêdebûna întiharan nîşaneya jevketina civakê ye
09:01 ‘Ji bo parêzer baş biparêzin divê zimanê kurdî hîn bibin’
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Welatiyê di erdhejê de hewar dikir krîza dil derbas kir
24/02/2020
16:49 Buldan û Sancar: Kongreya me bû şahiya demokrasiyê
16:19 Kongreya PYD’ê bi axaftinan didome
15:43 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:35 Ji 25 baroyan daxuyaniya hevpar: Qrîza herî giran a darazê tê jiyîn
15:10 Gundê Elbisê ku erdhejê lê çêbû ji hewa ve hat kişandin
14:33 Li Mêrsînê mirovekî întîhar kir
14:32 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
14:15 Mêvanan kongreya HDP’ê nirxandin: Peyama ‘hûn nikarin vîna min desteser bikin’ bilind bû
13:45 Hevserokên PYD'ê: Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, wê kêşeyên li Sûriyeyê çareser nebin
13:40 Delegasyona navneteweyî: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê HDP aktoreke girîng e
13:34 Dadgehê Endamê Grup Yorumê Îbrahim Gokçek serbest berda
13:24 Hunermendên kurd ji bo 'yekîtiya neteweyî' konser dan
13:16 Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir
13:05 Parlamenterê Qomê yê Îranê: Heta niha 50 kesan ji ber Corona mirin
12:32 Ji ber ku Tirkiyeyê rê neda wan xwe spartin Rêveberiya Xweser
12:18 Rêvebera YNK'ê Şanaz Îbrahîm hevserokên nû yên HDP’ê pîroz kir
11:48 Kongreya PYD`ê dest pê kir
11:16 Li Îranê ji ber vîrûsa korona 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
10:46 Demîrtaş ji bo erdheja Wanê û kongreya HDP’ê peyam şand
09:41 Li Wanê 5 kes ji ber herareta wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê
09:05 Keyayê gund li dijî Wezaretê bi serket
09:04 Li Girtîgeha Bandirmayê angaşta lêdan û feleqeyê heye
09:00 Mehek e Mehmet Bal winda ye: Sînyalên telefonê kêm dan malbata wî
09:00 Hiqûqnasê DMME’yê: Divê biryara Demîrtaş û Kavala were sepandin
09:00 'Nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê’
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATÊ YA 2020'AN
23/02/2020
19:54 Şerê li Idlibê belavî Eyn Îsayê bû
19:27 Li Wanê erdhejek din bi pileya 5.8 rû da
18:49 Piştî kongreya HDP’ê 11 kes hatin binçavkirin
18:15 Ji bo Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Bûldan û Sancar hatin bijartin
16:37 Tirkiye ji ber vîrûsa koronayê deriyê sînorê Îranê girt
16:37 Baroya Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand
16:32 Navê endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê diyar bûn
16:24 Mîthat Sancar: Ji bo aştiya mezin deriyê Îmraliyê vekin
15:33 Mexdûrên erdheja li Wanê: Komên rizgariyê dereng hatin
15:14 Siyasetmedarên girtî name şandin kongreya HDP’ê: Faşîzm dê têk biçe
14:40 Peyamên parçeyên Kurdistanê yên kongreya HDP'ê
14:19 Mêvanên HDP'ê: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
14:18 Li sînorê Wanê erdheja sêyemin
13:53 Ozturk: Tekane navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e
13:38 Bûldan: Ji bo ku em vî welatî birêve bibin tên
13:29 Erdheja Îranê: Ji 21 birîndaran rewşa 8'an krîtîk e
13:22 Ji gelek welat û derdoran mêvan beşdarî kongreya HDP'ê bûn
13:02 Demîrtaş û Yuksekdag peyam şandin kongreya partiya xwe
12:16 Temellî axaftina xwe ya xatirxwestinê kir: Siberoja azad wezîfeya me ye
11:37 Li Idlibê nîşanên şerekî mezin hene
11:18 Kongreya HDP’ê dest pê kir: Wê bibe kongreya hêvî û yekîtiyê
11:03 Li ser sînorê Tirkiyê-Îranê erdhej: Li Elbaka Wanê 7 kes mirin
10:21 Li Ûrmiyê erdhej pêk hat
09:55 Xelk ji çar aliyên Tirkiyê diherikin kongreya HDP’ê
09:38 Li Wanê metirsiya vîrûsa koronayê: Divê ji bo dema derbasdar deriyên sînor werin girtin
09:03 'Berpirsiyarê întiharan AKP ye'
09:02 Ji malbatên xwe re gotin 'li vira ewlehî nemaye'
09:00 Bi 7 helîkopteran avêtin ser gund, li kalê 78 salî dan
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2020'AN
22/02/2020
23:36 Topûz xelata xwe diyarî Kadrî Bagdû kir
22:14 Komîsyona Lihevkirinê ya HDP'ê: Namzetên me yên Hevserokatiya Giştî Bûldan û Sancar in
21:13 Bandora qeyûman a li ser çand û hunerê nîqaşkirin
16:48 Ji bo piştgiriya Koma Yorûm dest bi greva birçîbûnê ya bidorê kirin
16:37 Xizmên girtiyên nexweş: Di awêneya Tirkiyeyê de mirin heye
16:27 9 xwendekar hatin berdan
16:17 Li Mêrsînê kesek din jî hat binçavkirin
16:06 Şaxa ÎHD'ê ya Wanê binpêkirina mafan ên li girtîgehan aşkere kir
15:39 ‘Mekanîzmaya dewletê têk çûye’
15:15 Xizmên windayan: Faîl esker û polîs in
15:06 Dema got ‘We çi ji lawê min kir?’ ji hişê xwe çû
14:31 Ji bo Hevserokatiya HDP'ê Buldan û Sancar derketin pêş
14:24 SES’ê li du bajaran kongreyên xwe li dar xist
14:03 Guven: Hûn nikarin 50 mîlyon mirov 'terorîst' îlan bikin
13:34 Polîsan otobusên ji bo kongreyê hatibûm kirêkirin deste ser kirin: HDP’î dimeşin
13:28 Çîftyurek: Tirkî bûye serdest û kurdî jî nayê axaftin
13:09 Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:47 Li Amedê bijîşkekê xwe ji qata 6’emîn a nexweşxanê avêt û dawî li jiyan xwe anî
12:15 JIN NEWS cara 9’emîn hat astengkirin
12:00 'Hiqûqê rahmet kir û defin kirin'
11:59 Konferansa Platforma Zimanê Kurdî dest pê kir
11:17 Li Mêrsînê hevserok û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
11:13 Kongreya Star bernameya çalakiyên 8‘ê Adarê eşkere kir
10:34 94 karkerên Kale Pratt li dijî kedxwariyê li ber xwe didin
10:23 Dadgehê kuştina Mezlûm hiqûqî dît
10:22 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr: Em ji nûnertiya wekheviyê tawîzan nadin
10:00 Îktîsatvan Yilmaz: Daxistina faîzê fêdeyê li aboriyê nake
09:20 Ji bo ku kurê wan bijî nobetê lê digirin: Em nikarin dermanên wî bikirin
09:05 Ji ber dermaneke ku 7 sal berê kiribû hat binçavkirin
09:03 Dadgehê ji biryara DMME'yê pêk bê got, pêdivî bi sererastkirina qanûnê heye
09:02 Psîkîyatrîst Deger: Polîtîkayên heyî ji bo întiharan zemînê amade dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2020'AN