AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin têkildarî ragihandina Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê diyar kir ku armanca wan, zimanê kurdî li qadên civakî zêdetir xuya bikin û axaftina kurdî ji bo parezerên baroyê pêdiviyek e.
Baroya Amedê, di 23'ê Sibatê de bi munasebata 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bernameyek li dar xistibû. Baroya, di bernameyê de li ser zimanê kurdî panelek saz kiribû û Komîsyona Zimanê Kurdî ragihandibû. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, têkildarî Komîsyona Zimanê Kurdî ku ragihandin axivî û diyar kir ku komîsyonê di bin banê Baroya Amedê de vekirine û wiha got: "Ji bo komîsyonê, me ji derve tu alîkarî negirt û bi derfetên xwe li avahiya baroyê dest bi perwerdeyê kir. Heta niha 40 kesî serî li qursan daye û me dest bi dersan kiriye. Ji ber ku em li bajarekî mîna Amedê dijîn û axaftin bi giştî bi kurdî ye, ji bo vê yekê daxwaziyeke mezin hebû."
‘JI BO PAREZER BAŞ BIPARÊZIN DI VÊ ZIMANÊ KURDÎ HÎN BIBIN’
Serok Cîhan Aydin qala armanca avakirina komîsyonê kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Nêzî hezar û 5 sed endamê baroyê hene. Ligel vê niha axaftina bi kurdî kêm û qels xuya dike. Parezerên baroyê dema bi muwekîlên xwe re diketin têkiliyê, ew baş fêm nedikirin. Ji bo vê jî hînbûyina zimanê kurdî pêdiviyek bû. Ji bo ku parêzer piştgiriyeke baş a hiqûqî bidin, hewceye detayên bûyerê baş fêm bikin. Li ser van daxwazan me dest bi vê xebatê kir. Armanca me ya duyemîn jî ew bû ku zimanê kurdî li qadên civakî bidin jiyîn û axaftina bi kurdî di nav jiyana rojane de şênbertir bikin. Em bi hêvî ne ku di rojên pêş de qûrsên me zêdetir bibin.’
‘HEWCEYE HER SAZÎ JI BO ZIMAN LI BER XWE BIDE’
Di berdewama axaftina xwe de Aydin, destnîşan kir ku tenê bi komîsyonekê nikarin pêşiya asîmîlasyonê bigirin û ev tişt anî ziman: "Li gorî encamên lêkolînan roj bi roj zimanê kurdî dihele. Di jiyana rojan e de êdî axaftina bi kurdî pir qels bûye. Nivşên nû zimanê xwe qet nizanin ên zanin jî di asteke pir kêm de zanin. Ji ber van sedemên neyînî, weke Baroya Amedê çi ji destê me were em ê bikin û qiymetê bidin zimanê xwe. Hewceye hemû rêxistinên pîşeyî û saziyên sivîl ên civakî jî di her xebatên xwe de axaftina kurdî bidin pêş û çi ji destê wan were bikin."
PROJEYEN KOMÎSYONÊ
Aydin, bal kişand ser hin projeyên komîsyonê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hin projeyên me yên derbarê komîsyonê de hene. Em dixwazin li ser qanûn û mewzûatên ku di warê zimanê kurdî de li ser wan tengasî hene lêkolîn bikin. Ya din jî di pêşerojê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û hestiyariyeke çê bibe, em ê têkevin nav liv û tevgerê."