WAN – Li Elbakê welatiyê bi navê Fetah Arslan ku li ber mala xwe hilweşiyabû hewar dikir, krîza dil derbas kir. Arslan anjiyo bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Di erdheja pileya 5.9 ku navenda wê bajarê Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê bû û bandora xwe li ser navçeya Elbaka Wanê jî kir, li gundê Elbîsa Elbakê bû sedema ziyanên mezin. Welatiyê bi navê Fetah Arslan ji gundê Elbîsê ku li ber mala xwe hilweşiyabû hewar dikir, duh êvarê krîza dil derbas kir. Arslan anjiyo bû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê tê dermankirin.
Dîmenê vî welatiyî kêliya hewar dikir û halê wî yê bêçare li ser medya civakî gelek hatibû parvekirin.