ÎZMÎR - Serokên baroyên herêmên Ege, Behra Spî û Marmarayê li Îzmîrê civîneke berfireh li dar xistin û danezeneke ji 7 xalan pêk tê weşandin. Di danezanê de hat diyarkirin ku HSK siyasî bûye û ev tişt hat gotin: "Qrîza herî giran a darazê tê jiyîn."
Civîna berfireha a serokên baroyên herêmên Ege, Behra Spî û Marmarayê li Îzmîrê hat lidarxistin. Piştî civînê 25 baroyan danezaneke hevpar weşandin. Baroyan paşguhkirina biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Binghîn (AYM) a ji aliyê dadgehên herêmî ve bi bîr xist û rexne li daraza Tirkiyeyê kir. Baroyan diyar kir ku Lîjneya Dadger û Dozgeran (HSK) siyasî bûye û di dîrokê de qrîza herî giran a darazê li Tirkiyeyê tê jiyîn.
25 baroyên ku îmzeya xwe avêtin danezana hat weşandin wiha ne: Baroya Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bîlecîk, Bûrdûr, Bûrsa, Çanakkale, Denîzlî, Amed, Edîrne, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kirklarelî, Kocaelî, Manîsa, Mersîn, Mûga, Riha, Tekîrdag, Wan û Yalovayê.