NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya 8`emîn a PYD`ê bi dirûşma "Bi yekitiya demkokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir.
8'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir. Kongre li bajaroka Rimêlan ê girêdayî bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî-Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan, siyasetmedar, nûnerên partiyan, Rêveberiya Xweser, jin û ciwanan, eşîrên kurd û ereb, rewşenbîr û akademîsyen, Herêma Federal a Kurdistanê û Ewropayê 600 delege beşdarî kongreyê bûn.
Bi salona kongreyê ve wêneyên şehîdên PYD`ê Şîlan Kobanê, Bavê Cûdî, Osman Dadelî û Rustem Cûdî, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên "Şoreşa Rojava Şoreşa Gel û Jiyana Hevbeş e", “Jina azad mîsogeriya civaka demokratîk, azad û xwezayî ye" û hwd. hatine daliqandin.
Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Tê payîn ku hevserokên PYD`ê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso biaxivin. Li bendêye ku hevserokên partiyê ji nû de bên hilbijartin.