NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê, ji ber vîrûsa korona hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 12’an. Li Çînê jî, heya niha 2 hezar û 594 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Îranê, ji ber tîpeke nû ya vîrûsa korona (Kovîd-19) a berî çendek berê derket holê, her ku diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibin. Ji ber vîrûsê heya niha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 12’an. Hat ragihandin ku li tevahiya welat hejmara kesên bi vîrûsê ketin 47’in.
LI ÇÎNÊ DI NAVA 24 SAETAN DE 150 KES MIRIN
Li aliyê din, li Çînê jî ku yekemîn car vîrûs li wê derê derket holê, di nava 24 saetan de 150 kesan jiyana xwe ji dest dan û 409 bûyerên nû hatin tespîtkirin. Her wiha hejmara kesên li welat jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 594’an. Hejmara kesên bi vîrûsa Kovîd-19 ketin jî derket 77 hezar û 150 kesan.