NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji malbatên kesên di erdheja Elbakê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û rêveberiya partiya xwe ya duh hat bijartin jî pîroz kir.
Hevseroka Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin di hesabê xwe yê Twîtterê de têkildarî erdheja li navçeya Elbaka Wanê rê li ber ziyanan vekir û 4’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê twît belav kir.
DEMIÎRTAŞ JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR
Demîrtaş ji malbatên kesên li gundên navçeya Elbaka Wanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û got: “Ji ber erdhejê rû daye ez ji gelê Elbakê re dibêjim derbasî be. Xwedê rehma xwe li miriyan bike. Ji malbat û nasên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazim. Ez wisa bi bawerim dê di van rojên dijwar ên zivistanê de piştevaniya herî xurt were kirin û ez silavê xwe ji her kesî re dişînim.”
DEMÎRTAŞ Û ZEYDAN RÊVEBERIYA NÛ PÎROZ KIR
Demîrtaş û Parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan bi hev re ji bo pîrozbahiya rêveberiya HDP’ê jî bi rêya parêzeran peyamek şandin û peyama wan wiha ye: “Em bi dil û can gelê xwe yê duh bi coşek mezin beşdarî 4’emîn Kongreya HDP’ê bû pîroz dikin û spasiyê xwe ji wan re dişînin. Em we hemûyan bi hesret hembêz dikin û maçî dikin. Em hevserokê xwe yên giştî û rêveberiya partiya xwe jî pîroz dikin, serkeftin ji wan re dixwazin û em piştevaniya xwe rê dikin. Em malavahiya rêveberiya berê jî dikin. Em hezar silav li wan her kesê ku keda wan ji bo vê kongreya muhteşem çêbû re dişînin. Rêya te vekirî be HDP.”