ENQERE - Piştî Kongreya HDP’ê 11 kesên di beşa teknîkî ya deng de dixebitîn, hatin binçavkirin.
Piştî bidawîbûna 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê 11 kesên di beşa teknîkî ya deng de dixebitîn, hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kesên hatine binçavkirin xebatkarên wê şîrketa karê teknîka kongreyê kiriye û destûr nehatiye dayîn ku rojnamger wêneyan bigirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.