AMED – Panela Baroya Amedê di ragihandina KomÎsyona zimanê kurdî de mijarên balkêş ên wekî peymanên dîrokî û mijara niviskarên kurd ên ku heta Madagaskarê jî belavbûyî nîqaş kirin.
Baroya Amedê, bi munasebata Roja Zimanê Dayikê, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panelek li dar xist. Moderatoriya panelê parêzer Şêxo Fîlîk kir û wêjavan Nadîre Guntaş Aldatmaz, nivîskar Selîm Temo û parêzer Mehmet Emîn Aktar jî weke panelîst tevlî panelê bûn. Di panelê de axaftin bi zaravayên kurmancî û kirmanckî hatin kirin. Berî ku panel dest pê bike, baroyê Komîsyona Zimanê Kurdî ragihand.
'DÎROKA KURDAN LI HER DERA CÎHANÊ BELAV BÛYE'
Di panelê de destpêkê Selîm Temo axivî. Temo derbarê zimanê kurdî û niviskarên kurd ên ku ji Madagaskarê heta Misirê ji her devera cihanê jiyane û berhemên bi kurdî li pey xwe hiştine, kir û ev tişt got: "Zimanê kurdî meraqa min e. Ji ku heta ku derê diçe, wê bigihêje ku derê nizanim lê ez meraq dikim. Wekî erdnîgarî deverê ku kurd lê dijîn an jî lê dinivîsîn ciyekî pir fireh e. Hema bêje dîroka kurdan li her deverê cihanê belav bûye." Temo, di axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendiya zimanê kurdî û wiha got: "Wekî handîkabekî be jî teasûba devokan pir e. Yanê zimanê me zêde fireh e, ji bo bibe yekziman û li her deverî were xeberdan, hewce ye em hinkî teng bikin. Yanê hin peyv hene herî kêm nêzî 20 wateyên wan hene.’
'ASTENGÎ EM BIXWE NE'
Piştî Temo parêzer Mehmet Emîn Aktar axivî û wiha got: "Astengiya herî mezin em bixwe ne. Em niha dibînin ku li her devera cihanê zimanê kurdî nivîs hatine nivisîn. Zimanê kurdî tu carî rast e rast bi nav nehatiye qedexekirin. Heta niha kurdekî serî li dadgehên navnetewî nexistiye. Tenê du malbatên elewî ji bo zarokê wan nekevin dersa olî serî li dadgehê dan. Dadgehê, ji ber ku baweriyeke din li wan tê ferzkirin zarokan mafdar dît. Ger ku malbatên kurd ji bo zimanê xwe serî li dadgehan bixista wê demê dadgehên Tirkiyeyê nikaribûn ji kurdî re bibêjin zimanekî naye fêmkirin. Kesî ji bo perwerdeya zimanê kurdî heta niha serî li dadgehê neda ye."
'KIRMANCKÎ ZIMANÊ KAL Û PÎRAN E
Piştî Aktar, wêjevan Nadîre Guntaş Aldatmaz, bi kirmanckî axivî. Aldatmaz anketa ku şirketa Rawestê parve kiribû bi bîr xist û ev tişt got: "Kesên ku bi tirkî diaxivin giştiyên wan ciwan in. Kirmanckî çi heyf êdî zimanê kalik û pîran e.’
Panel, bi belavkirina sertfikayên parêzerên komisyona zimanê kurdî û bi diyariyên plaketan bi dawî bû.