WAN – Ji ber erdheja bi pileya 5.8 li herêma sînorê Îran û Tirkiyê pêk hat li navçeya Elbaka Wanê 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku welatî di bin kavilan de hene.
Li herêma ser sînorê Tirkiye û Îranê saet li derdora 08.52'an bi pileya 5.8 erdhejek rû da. Vê erdheja rê li ber metirsiyek mezin vekir li her deverê wanê hat hîskirin.
2 KESAN JIYAN XWE JI DEST DA
Li gundên Gelenler, Xanik, Kaşkol û Elbis ên girêdayî navçeya Elbaka Wanê ji ber erdhejê gelek mal xera bûn. Hat gotin li van gundan gelek welatî di bin kavilan de mane.
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû têkildarî erdhejê daxuyanî da û da zanîn ku 4 jê mezin 3 jê zarok 7 welatî jiyana xwe ji dest dane û heta niha 5 kesan rakirine nexweşxaneyan.
Heta niha navê du welatiyên jiyan axwe ji dest dane eşkere bûye û ev jî Ferhat Tunca û Aydin Tosûn in.
Tê gotin hêj welatî di bin kavilan de hene û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.