DÎLOK – Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Afyonê de, bi rêya malbatên xwe mumeleyên nebaş ên li girtîgehê ragihandin.
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Afyonê de, bi rêya malbatên xwe muameleyên xirab û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin. Huseyîn Çevîk, çû girtîgehê bi birayê xwe Îsmaîl Çevîkê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 48 sal ceza lê hatiye birîn, re hevdîtin pêk anî.
Bira Huseyîn Çevîk, hefteya borî roja pêncşemê çûye girtîgehê. Çevîk, anî ziman ku ber çavên birayê wî reş bûn û gava pirsiye, gotiye ji ber lêdanê ye û her wiha gotiye, heqaret li wan tê kirin. Çevîk, got: "Ji ber birayê min dane ber feleqeyê bi zorê dimeşiya. Kincên li ser wî qetandine. Qayîşa wî jê stendine. Birayê min got pir tahde li wan tê. Gotine, 'Çima porê te dirêj e, çima riya te dirêj e ' û lê dane. Ji bo rapora derbkirinê wergire tevî 3 hevalên xwe çûye cem bijîşk, lê dema hatine gardiyanan ji wan re gotiye, 'Hûn ê bi rapora derbkirinê girtîgehê biçûk bixin.' Îjar rabûne ji berê bêtir li wan dane."
JI MALBATA XWE RE GOT, 'JI BO HER TIŞTÎ AMADE BIN'
Huseyîn Çevîk, anî ziman ku biryarê wî gotiye, rojê enê saetekê wan derdixin hewadariyê û li wir jî gardiyan li wan didin û bi tu awayî nikarin pêwendiyê bi derve re deynin. Çevîk, got: "Roja birayê min birine wir di hucreyê de ye. Daxwaznameyên wî bi hinceta 'tu saziyê biçûk dixî' tên qetandin. Gava ji gardiyanan re dibêjin 'Çima hûn îşkence dikin', gardiyanan jî gotiye 'Qanûn ji me re dibêje.' Birayê min got, gardiyan gefan li wan dixwin dibêjin 'Hûn ê bi saxî ji vira dernekevin.' Îsmaîl, got, gardiyan ji hev re gotine, 'Bi hawakî ku şop nexuyên li wan bidin.' Birayê min nikaribû li ser piyan bisekine. Got, 'Tu ewlehiya me tuneye. Ji bo her tiştî amade dibin, dibe ku her tiştî jî biqewime.'"
Çevîk, ji bo rewşa birayê xwe û girtiyên din serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye.
ÎŞKENCE LI GIRTIYÊ NEXWEŞ JÎ KIRIN E
Mahmût Amaç, anî ziman ku birayê wî Adem Amaç jî 12 sal in girtiye û di heman girtîgehê de ye. Amaç, anî ziman ku birayê wî nexweş e û heta niha 12 caran emeliyat bûye, lê belê nayê tedawîkirin.
Amaç, destnîşan kir ku birayê wî gotiye: "Bi hinceta li ber saziyê rabûye salek cezayê hevdîtinê lê birîne. Ew û hevalên xwe tên îşkencekirin. Gava birayê min li Girtîgeha Osmaniyeyê bû nedihat tedawîkirin. Nexweş e û bi ser vî halî de îşkenceyê lê dikin. Birayê min got, ji ber îşkenceyê poz, ser û milên hin girtiyan şikiyaye."
Têkildarî van îdiayan em li girtîgehê geriyan, lê belê personelê girtîgehê got kesekî erkdar tuneye û nikare pirsan bibersivîne.