AMED – Yekîneyên Tevgera Taybet (JOH), bi 7 helîkopteran avêtine ser gundê Nenyas ê Licê û bi ser mala Yelîhanê Yildirim ê 78 salî de giritine. Di avêtina ser gund de leşkeran li Yildirim ê 78 salî jî dane. Her wiha hevjîna wî Zînnet Yilidirim a 66 salî jî diyar kir ku bi çekan gef li wan hatine xwarin.
Di 20'ê Sibatê de Yekîneyên Tevgera Taybet (JOH) bi 7 helîkopteran avêtine ser gundê Nenyas ê Licêya Amedê û bi ser mala Yemlîhan Yildirimê 78 salî de girtine.
Esker ji bo kurê malbatê Mehmet Yildirimê tê îdiakirin bi "endamtiya rêxistinê" tê darizandin avêtine ser malê. Piştî esker Mehmet Yildirim li malê nabînin, bi çekê gef li diya Zînnet Yildirim a 66 salî dixwin û li bavê wî Yemlîhan Yildirim ê 78 salî jî dane.
Eskeran di sala 2019'an d ejî avêtibû ser heman malê û piştî di 21'ê Çile û 20'ê Sibatê de jî davêjin se rmalê, malbat ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dide.
Yemlîhan Yildirim behsa wê rojê kir: "Roja pêncşemê saet di şeş û nîvê sibehê de bi 7 helîkopteran avêtin ser gund. Eskerên li dor xaniyê me hatibûn bicihkirin saet di heşt û nîvan de derketin holê. Piştî roj hilat pêşî gazî hevjîna min kirin. Piştî hevjîna min çû cem wan gazî min jî kirin. Gotin, em ê têkevin hundir. Min jî destûr da. Ez li pêşiyê ew li paş min em ketin hundir. Min xwest pêlavên xwe derxin. Du eskeran xwest derxe, lê fermandarê wan nehişt. Fermanda tevî pêlavan têkevin hundur. Ji ber postalên wan hundir tev bû herî.
MA TU MISILMAN Î!
Hê lêgerîn dewam dikir, fermandar ji min re got 'Ma tu misilman î?' Ez jî adiz bûm, min got 'Ez ermenî me.' Min jê pirsî, 'Ma tu zanî misilmantî çi ye? Hela mêze bike bê te mala min xistiye çi halî. Ma ev misilmantî ye? Mala kê dibe bira bibe heqekî we yê wiha tuneye hûn wisa bikin.' Gava min got, 'wezîfeya xwe bikin, heqaretê li me nekin', rabû şelmaqek avêt ser çavê min, şewqeya min ket erdê. Gava min hewl da rahêlim şewqeya xwe careke din li min da. Hê min digot, 'Çima tu li min didî, ez di emrê bavê te de me. Ma tu şerm nakî?' Pênc şelmaqên din jî li min xistin. Li malê ev tişt anîn serê me.
Kaya heywanên me belawela kirin. Min xwe adiz kir ka ji bo çi wiha dikin. gef li min xwarin gotin, em ê te binçav bikin. Min jî got, heger sûcdar bim min bibin, bikujin, bavêjin zindanê. Ez ne ji zindanê ne jî ji mirinê ditirsim. Heqaretê li me nekin. Peywira we çi be wê bikin, heqaretê mekin. Kaya heywanên me belawela kirin. Ne digotin ka li çi digerin. Ji bo ev zilm bi dawî bibe, hatim min serî li ÎHD'ê da.
Hê lêgerîn dewam dikir, eskerekî sê caran bi çekê li serê hevjîna min da û got, 'Ez ê te bikujim. Kurê te li ku ye? Ez ê vî xaniyî bişewitînim, ez ê kurê te bikujim.' Hevjîna min extiyar e û nexweş e. Lê dîsa jî ev tişt anîn serê wê û heqaret lê kirin. Kurê min zewicandiye, 4 zarokên wî hene. Li cem min dimînin."
MA / Aydin Atay