* Yekîneyên Tevgera Taybet (JOH), bi 7 helîkopteran avêtine ser gundê Nenyas ê Licê û bi ser mala Yelîhanê Yildirimê 78 salî de giritine. Di avêtina ser gund de Yildirimê 78 salî jî hatiye derbkirin. Her wiha hevjîna wî Zînnet Yilidirim a 66 salî jî diyar kir ku bi çekan gef li wan hatine xwarin.
* Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Afyonê de, bi rêya malbatên xwe mumeleyên nebaş ên li girtîgehê ragihandin.
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bal kişandin ser întiharên ji ber krîa aborî ya li Tirkiyeyê pêk tên û gotin: "Întihar ne çareserî ye, çareserî berxwedan e."
* Rêveberê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç da zanîn ku divê ji ber vîrûsa koronayê ya gihîştiye Îranê û heta niha 5 kes mirine divê deriyên sînor bi awayek derbasdar werin girtin.
* HDP dê 4'emîn Kongreya Asayî ya Mezin li Eywana Sporê ya Arena Enqereyê li dar bixe. (10.00)
* Baroya Amedê dê bi panela li dar bixe 'Komîsyona Zimanê Kurdî' rabigihîne. (10.30)