NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakî li dar xistin. Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku dixwazin girtî wekî miriyan bijîn. Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, diyar kir ku girtîgeh eyna wî welatî ne û di awêneya Tirkiyeyê de jî mirin heye."
Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş disa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya "Rûniştana F" di hefteya 413’an de berdewam bikin. Lê carek din polîsan destûr nedan ku xizmên girtiyan çalakiyê li Galatasarayê li dar bixin. Malbat û komisyona ÎHD'ê piştre çûn li pêş avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyê nexweş Îmam Aksoy serbest bê berdan" rakirin. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îman Aksoy. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Taylan Bekîn, diyar kir ku her diçe li girtigehan binpêkirina mafan zêde dibe û ev yek îşkence ye. Aksoy 52 salî ye. 24 salin girtî ye. 19 salên xwe di bin tecrîdê de derbas kiriye. Aksoy, heta niha li Meletî, Yozgat, Tîpa F a Edirne û 3 salên dawî jî li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî ma. Divê Aksoy bi rêk û pêk derman bixwe. Êdî çavê wî nabîne. Bi talûkeya korbûnê re rû bi rû ye. Li gorÎ Agahiya vasiyê wî beriya ku bê girtin tu nexweşiyên wî tune bû. Divê Aksoy berbest bê berdan."
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bi heman armancê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê dan çapemeniyê Înîsiyatif di hefteya 285’an de kom bûn û bal kişandin ser rewşa Kazim Avci yê li Girtîgeha tîpa F a Hêmar 1 a Sîncanê. Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş jî tev li daxuyaniyê bû.
Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, axivî û diyar kir ku pirsgirêkên girtiyan her diçe zêde dibe, lê her ku diçe jî nayê dîtin û xwest êdî pirsgirêkên girtiyên nexweş bên dîtin û girtî bên berdan. Çevirmen, anî ziman ku li girtîgehan mirinê li ser girtiyan ferz dikin û wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Sîncanê Kazım Avci hem temenê wî mezin e û hem nexweş e. Nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê pêre heye. Hêj 12 salî bû qezeya trênê derbas kir. Lingê wî yê çepê ji sevikê ve hatiye jêkirin. Lingê wî yê çepê protez e. Heta niha du caran emeliyat bûye. Bijîşk diyar dikin ku nikarin cara sêyemîn emeliyat bikin. Divê Kazım Avci serbest bê berdan."
DI AWÊNEYA TIRKIYEYÊ DE MIRIN HEYE'
Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş jî di çalakiyÊ DE diyar kir ku girtîgeh eyna wî welatî ne û di awêneya Tirkiyeyê de jî mirin heye. Em qebûl nakin ku her roj ji girtigehan cenaze derkevin. Kesên ku Ahmet Turan Kiliç serbest berdan em wan hişyar dikin. Em êdî qebûl nakin ceza derkevin. Em vê yekê red dikin. Em dixwazin hema niha girtiyên nexweş azad bikin."