AMED - Bijîşkê malbatê Ahmet Ozaydogdu yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle dihat dermankirin, ji ber sedemekê nayê zanîn xwe ji qata 6’emîn a naxweşxanê avêt û dawî li jiyana xwe anî.
Li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcle ya Amedê, di saet 06.00’ê sibê de bûyereke întîharê rû da. Li gorî agahiyan, Bijîşkê Malbatê Ahmet Ozaydogdû yê li navçeya Gêl a Amedê hatibû dinê û li Bursayê dixebitî, ji ber “xesara girçûk akûtê’ li nexweşxanê dihat dermankirin, xwe ji Beşa Nefrolojî ya qata 6’an a nexweşxanê avêt. Dr. Ozaydogdû yê ket xwarê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Ozaydogû piştî lêkolîna dozger, rakirin morga nexweşxaneyê. Malbata Ozaydogdû piştî kar û barên otospiyê, cenazayê kurê xwe girtin û birin li navçeya Gêl a Amedê defin kirin.
Nehat zanîn ku Dr. Ozaydogdû ka ji ber çi xwe kuşt.