STENBOL - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya bertek nîşanî ji nûve girtina Karsaz Osman Kavala da û wiha got: "Ev şerê hêzên navxweyî yên îqtîdarê ye." Parêzera Nivîskar Ahmet Altan ê girtî Figen Çalikuşu jî anî ziman ku hiqûqê rahmet kir û defin kirin û wiha got: "Hiqûq rahmetî bû û beton rokirin ser."
Karsaz Osman Kavala ku piştî biryara beraatê ya der barê doza Geziyê de hatibû tehliyekirin, dîsa hatibû binçavkirin. Kavala di 19'ê sibatê de sewqî dadgehê hatibû kirin û Dadgeriya Cezayê Sulhê cardin der barê wî de biryara girtinê da. Dadgeriyê di 20'e sibatê de bi tawanbariya "Hewldana ji bo xirabkirina pergala qanûna bingehîn" der barê Kavala de biryara girtinê da. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya bertek nîşanî ji nûve girtina Karsaz Osman Kavala da û wiha got: "Ev şerê hêzên navxweyî yên îqtîdarê ye. Li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Selahattin Demirtaş dîsa nehat berdan. Vê carê ji dosyayek din Demîrtaş girtin. Herî dawî di darizandina doza Kavala de ev hat dîtin. Piştî biryara beraeta Kavala Erdogan mudaxaleyî darazê kir û Kavala dîsa hat berdan. Ev jî şer û dijberiya navbera hêzên navweyî yên îktîdarê nîşan dide. Ev nîşan dide ku di nava îqtîdarê de nakokî û pevçûnên dijwar hene. Qeyranên kûr di nava îqtîdarê de heye. Me ev yek di xerabûna têkiliya bi cemaeetê de dît. Di navbera hêzên di nava dewletê û îqtîdarê de aloziyên dijwar hene."
'TIRKIYE ÎTÎBARA XWE YA LI HEMBERÎ CÎHANÊ WINDA KIR'
Kaya, anî ziman ku Serokomarê Berê Abdullah Gul têkildarî Bûyerên Gezî daxuyaniya erênî da û wiha axivî:"Pişti vê daxuyaniyê Erdogan Kavala kir hedefa xwe. Piştî Erdogan Kavala kir hedefa xwe û hat gitin, Tirkiye îtibara xwe ya li hemberî Ewropa û Cîhanê winda kir. Daraz êdî heqîqetê ronî nake. Li gorî fermana yek kesî ya Qesrê tev digere. Ji ber vê yekê dê emrê îqtîdarê kêm bibe. Di vê pêvajoya ku nakokî kûr dibin, divê gel têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bêtir xurt bikin."
Parêzera Nivîskar Ahmet Altan ê girtî Figen Çalikuşu jî, anî ziman ku hiqûqê rahmet kir û defin kirin û wiha got: "Hiqûq rahmetî bû û beton rokirin ser. Dadgeha Bilind Nivîskar Ahmet Altan bi 10 sal û 6 mehan ceza kir û ew tahliye kir. Le dîsa hat girtin. Altan piştî rastî ceza hat serbest hat berdan. Piştre bi biryarek skandal dîsa hat girtin. Di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye. Altan bi alozî hiqûqê girtin û şandin girtîgehê. Dîsa Metin Îyidil jî bi heman rengî li gel birayar berateê dîsa hat girtin. Niha jî Kavala di heman rewşê de ye. Em dibînin ku êdî dewleta hiqûqê tune ye. Hiqûqê rahmet kir. Beton rokirin ser hiqûqê. Di hiqûqê de bi înatê dewlet nayê rêvebirin. Ger ku bi vê rêbazê dewletê bi rêve bibin dewlet dê hilweşe. Em şahid in ku hemû saziyên dewletê têk çûne."
MA / Nacî Kaya