MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên Mêrsînê de, hevserok û rêveberên HDP’ê û gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi rêve bir de, di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de her tişt li nava hev xistin û dest danîn ser amûrên dijîtal. Di serdegirtinê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê Feyza Kaya, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Toroslar Cabbar Karabeg, endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya HDP’ê Nûray Aslan, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Nazan Dundar, Cîhan Kokbalik û Ercan Alp hatin binçavkirin.
Endamên partiyê yên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyat Polîsan a Bajêr. Hat diyar kirin ku li bendêye hejmara biçavkirinan zêdetir bibe.