AMED - Bavê Îlyas Gur ê 2.5 salî yê nexweşiya masûlkeya Mîtokondriyal û dil pêrê heyî Velat Gur, ji bo ku kurê wî bijî li ber serê wî nobetê digire. Gur, diyar kir ku dermanên kurê wî ji derveyî welat tên û ji ber ku ev derman pir bihane, nikarin bikirin.
Zarokê 2.5 salî Îlyas Gur ê li navçeya Peyas a Amedê dijî, nexweşiya dil û masûlkeya Mîtokondriyal pêre heye. Gur di vê zarokatiya xwe de carekê anjiyo bûye, dîsa li ser canê wî du xalên kateter hene, du caran dilê wî rawestiyaye û carekê jî hundirê wî xwînê bûye. Bav û dayika Îlyas Gur, ji bo ku zarokê wan nemire li ber serê wî nobetê digirin.
‘DERMANÊN WÎ LI TIRKIYEYÊ NAYÊ DÎTIN’
Gelek dermanên ku Gur bi kar tîne li Tirkiyeyê nayê dîtin. Lê Gur divê tim bê tedawî kirin û dermanên xwe bi pergalî vexwe. Gavê Îlyas Gur Velat Gur ê 27 salî, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî nikare dermanên kurê xwe bikire û wiha axivî: “Dermanê kurê min tenê li derveyî welat hene. Ji ber vê bihayê wan pir girane. Dema ku kerê min yekemin çar hewale derbas kir, gelek organên wî zirar dîtin.”
‘LI BER SERÊ WÎ NOBETÊ DIGIRIN’
Bavê Îlyas Gur, da zanîn ku ew bi xwe jî bi nexweşiya dile û wiha got: “Ez û hevjîna xwe li ber serê wî nobetê digirin. Ji bo ku Îlyas bijî, em hemû tiştî dikin. Lê pere nîne ku em dermanên wî bikirin. Min gelek caran daxwazame ji bo wezîran şandin lê hemû jî bê bersiv man. Min, bi Wezîrê Karê Hûndir, Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) û gele nûnerên partiyên siyasî re têkilî danî, lê kesekê bersiva min neda.”
‘EV 4 MEHIN NIKARIM KIRÊYA XWE BIDIM’
Gur, dest nîşan kir ku ji bo tenduristiya kurê xwe neçar ma ku xaniyeke kirêya wê 850 TL bigire û banga alîkariyê li raya giştî kir: “Qet nebe baxçeyê wê heye. Em di baxçe de dem derbas dikin. Ev 4 mehin ez nikarim kirêya xwe bidim. Dîsa ez nikarim denyên av, ceyran û gaza xwezayî bidim. Tedawiya kurê min niha li nexweşxaneyê Amedê dewam dike. Ji bo ku ez karibim dermanên kurê xwe bikirim ez banga alîkariyê dikim. Ez bêkarim, ger kar bibînim jî nikarim ji ber serê kurê xwe herim. Ez banga alîkariyê li raya giştî dikim.”