AMED – Derket holê ku şanoger Vûral Tantekîn ku polîsan deriyê mala wî şikandibû û ew binçavkiribûn ji ber ku dermaneke 7 sal berî kiriye hatiye binçavkirin.
Di 19'ê Sibatê de polîsan avêtibû ser mala şanoger Vûral Tantekîn. Di avêtina ser malê de deriyê malê hatibû şikandin û Tantekîn hatibû binçavkirin. Lê belê derket holê ku Tantekîn dermanekî ku 7 berê kiriye û qutiya wê li navçeya Hênê di şikeftekê de hatiye dîtin bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye" hatiye binçavkirin.
Tantekîn ku şevekê di binçavan de ma û hat berdan, diyar kir ji ber qutiya dermanê bi navê Nûrofen a 5 TL’yî ku di sala 2013’an de ji bo sermeyê kiriye bi hinceta li navçeya Hênê ya Amedê di şikeftekê de hatiye dîtin hatiye binçavkirin û got: “Ji nimreya barkoda dermanî tespît kirine ku derman min stendiye. Ev dermanê ku kirine sedemê binçavkirina min li hemû dermanxaneyan bê reçete tê firotin.”
'DERMAN BÊ REÇETE TÊ FIROTIN'
Tantekîn, da zanîn ku 19’ê Sibatê danê sibehê polîsan avêtiye ser mala wî û deriyê mala wî şikandin û ketin hundirê malê û got: “Dema polîs ketin hundir her du zarokên min li malê bûn. Em li erdê dan rûniştandin. Mal tevlîhev nekirin û tiştek jî ji malê nebirin. Gotin li ser navê te dermanek hatiye dîtin. Ez birim emniyetê. Di sala 2013’an de min dermanekî heqê wê 5 TL bû kiribû, ji bo sermagirtinç Navê wê Nûrofen bû. Tu dikarî ji cîranê xwe jî bigirî. Ev dermana ku min girtî di sala 2019’an de li navçeya Hênê di operasyonekê de hatiye dîtin. Ji min re gotin ‘te ji bo çi şand? An jî te şandiye? Ji nimreya barkodê tespît kirine ku min ew derman girtiye. Min ji wan re got ez ji ku dizanim çawa çûye. Dermanê sermayê ye. Di du rojan de sax dibî diavêjî çopê. Beriya 4-5 salan min torbeyekî dermana bir da Navenda Tenduristiyê ya Zarokan. Wan jî gotin ‘em îmha dikin.’ Ez ji ku dizanim. Derman nayê bîra min. Bêreçete jî tu dikarî bigirî.”
'TE WÊNEYÊ ŞAHMERAN PARVEKIRÎ YE'
Tantekîn, anî ziman ku li emniyetê 3 parvekirinên wî yên medyaya civakî jê pirsîne û got: “Navnîşana min a Facebookê pirsîn, min got heye. Gotin te wêneyên Cemîl Bayik, Besê Hozat û Şahmeran parvekiriye. Min jî got, rast e wêneyên şahmeran min parvekirine lê yên din qebûl nakim. Di rûpela min de 13 hezar mirov hene dibe ku yekê parvekiri be û ketibe rûpela min. Piştî ku îfadeya min girtin 20ê Sibatê ji bo muayeneyê ez birim Nexweşxaneya Eskerî ya li cem Nexweşxaneya Zarokan û dû re serbest berdan.”
'KAREKÎ DÛRÎ AQILA YE'
Tantekîn, anî ziman ku telefona wî nedane wî û got: “Polîsê ku îfadeya min girt kenî. Min jê re got, ma ev ne dûrî aqila ne? Got ‘dûrî aqila ye lê karê min lêpirsîn e û nêzîkbûyîneke bi şik û gumanî ye.' Ji ber deriyê malê şikandin, zarok tirsiyan. Keça min ji tirsa nikare biçe serşokê diranên xwe firçe bike. Gelek di bin bandora wê de ma. Li hundir û derve gelek polîs hebûn. 2 zarokên min jî li malê bûn. Tenê ne li mala min li Seyrantepeyê jî binçavkirin hebûn.”