AMED - Li Amedê dadgehekê ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku cezayê heta hetayê wekî binpêkirina mafê jiyanê hesibaandibû, got ew ê vê biryraê pêk neyne. Dadgehê, diyar kir ku ji bo ev binpêkirin ji holê bê rakirin pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye.
Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê, biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku cezayê heta hetayê wekî binpêkirina mafê jiyanê hesiabndibû, got ew ê vê biryarê pêk neyne. Dadgehê, di biryara xwe de got, ji bo binpêkirina mafê jiyanê ji holê bê rakirin pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye.
DMME'yê ji bo cezayê li Civan Boltan hatibû birîn Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kiribû û gotibû cezayê heta hetayê binpêkirina mafê jiyanê ye.
Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê jî der barê biryara DMME'yê de biryar da û di biryara xwe de got, ew ê vê biryraê pêk neyne. Dadgehê, diyar kir ku ji bo ev binpêkirin ji holê bê rakirin pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye. Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku heta xala 302'yan neguhere hikmekî nû ne pêkan e.
'EM Ê SERÎ LI TEMYÎZÊ Û KOMÎTEYA WEZÎRAN BIDIN'
Parêzerê Civan Boltan Parêzer Mehdî Ozdemîr jî diyar kir ku wan serî li DMME'yê daye û DMM'yê gotiye cezayê heta hetayê "îşkence ye, muameleyeke derî mirovahiyê ye" û xwestiye ev biryar bê xerakirin. Ozdemîr, anî ziman ku ji bo darizandina ji nû ve û berdana muwekîlê xwe de careke din serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê daye û got: "Dadgehê daxwaza me ya ji bo darizandina ji nû ve qebûl kir, lê belê daxwaza me ya ji bo rawestandina înfazê red kir."
Ozdemîr, destnîşan kir ku ji bo vê biryarê ew ê serî li temyîzê bidin. Ozdemîr, diyar kir ku heger temyîz red bike ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME'yê bidin û got, heger DMME jî biryarê pêk neyne ew ê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bidin.