AMED - Malbata Erhan Olçen ku di operasyona eskerî ya Licê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo kurê xwe mewlîd da û îro şîn bi dawî kirin.
Malbata Olçen, 3 roj berê ji bo kurê xwe Erhan Olçen (Rizgar Farqîn) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 3’yê Mijdara 2019’an de li Liceyê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danîbûn. Malbata Olçen, bi dayîna mewlîdê şîn bi dawî kir. Malbata Olçen, li Mala Şînê ya Farqînê ya li Taxa Bagcilar a Rezanê mewûd dan. Parlamenterên HDP'ê, Endam û rêverên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), Kongereya Îslamî ya Demokratîk û gelek welatî beşdar mewlûdê bûn.