Xelîl: Idlib û gundên Helebê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin

  • rojane
  • 12:02 20 Sibat 2020
  • |
img

QAMIŞLO -  Der barê pêşketînin dawîn ên li Idlibê û Helebê û geşedanên dawî Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku Idlib, gundên Helebê berê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin. 

Hefteya borî li herêmên rojavayê başûrê gundewarê Helebê û başûrê rojhilatê gundewarê Idlibê pêşketinên bilez rû dan. Hêzên Rejîma Sûriyê di 24`ê Çileyê de dest bi hemleyekê li dijî rojavayê başûrê Helebê û başûrê rojhilat kir.  Di çend rojan de hêzên rejîma Sûriyê herêmên stratejik ên mîna Meret El-Nûman, Seraqêb û tevahiya rêya navneteweyî ya di navbera Heleb-Şamê de ya ku bi navê M4 û M5 kontrol kirin. Ji destpêka hemleyê ve Rejîmê derdora hezar û 500 km2 ji herêmê kontrol kir. Herêmên ku rejîma Sûriyê kontrol kirine, berê di bin kontrola HTŞ-El Nusra de bûn. Çeteyên mîna Heyet Tehrîr El-Şam ( Cebhet El-Nusra berê) ên bi rêjeya ji sedî 90 ji Idlibê kontrol dikirin. Çeteyên Ceyş El-Bediye û El-Melahim ev her du kom di dawiya 2017`an de ji Heyet Tehrîr El-Şam qut bû û tev lirêxistina El-Qaîdeyê ne. Çeteyên Hizib Tirkistan a Islamê, bermahiyên çeteyên DAIŞ, Ehrar El-Şam, Tevgera Nûrdîn El-Zinkî, Ceyş El-Ehrar, Cebhet El-Iz û Ceyşa Watanî ya Sûriyê. Praniya herêmên hatine bibîrxistin, li gorî lihevkirinên di navbera misogerkerên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê û Îranê ) ji dora Şam, Heleb û El-Xûta kom kirin û bi rêya basên kesk anîn herêmên Idlibê.
 
Ji bo naskirina pêşketînin dawîn li Idlibê û sedemên pêşketina bilez a hêzên rejîma Sûriyê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl ji Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Ekrem Berekat û Sîma Brokî re axivî. Xelîl, diyar kir ku bûyerên li Idlibê rû didin, li gorî lihevkirinên di navbera dewletên nakok de li Sûriyê pêk tên û wiha got: "Lê gelê Sûriyê berdêla wan lihevkirinan dide. Rejîma Tirkiyê dikare Heyet Tehrîr El-Şam tesfiye bike." 
 
GELÊ SÛRIYEYÊ BEXTNREŞ E' 
 
Xelîl, bal kişand ser têkiliyên rêxistinên çekdar û Tirkiyeyê û wiha got: "Destpêkê divê em rastiya hinek tiştan bibînin. Gelê Sûriyê bextreş e. Ji ber ku opozîsyonek rastîn û birêxistinkirî yan jî xwediyê helwestên demokratîk û neteweyî ku banga mafên gel dike derneket. Tevî ku gelek kesayetên demokratîk û welatparêze di Sûriyê de hene. Mixabin rêxistinên radîkal û çeteyên li dijî demokratîk û şaristaniya demokratîk xwe weke ku nûnerê gelê Sûriyê ne diyar kirin. Ew jî bi awayekî neyînî bandor li şoreşa Sûriyê kir. Dewleta Tirk ji bo gelek sedeman ew rêxistin ava kirin, desteka wê kir û bikar anîn. Sedem ev in; Tirkiye cîranê  Sûriyê ye û bibandor e. Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan di bingehê de serokê rastîn ê Ixwan Muslimîn û cîhadiyan e. Di hundir de yan li aliyê hember, rêxistinên girêdayî Rejîmê hebû. Ew rêxisitin bi israr bû ku çareseriyên demokratîk li Sûriyê qebûl nekin. Gavên demokratîk nevêjin û nehêlin pirrengî li Sûriyê derkeve." 
 
Aldar Xelîl, bal kişand ser aloziyên li Sûriyeyê û got: "Aloziya Sûriyê ji 2011`an ve heta niha dirêj bike. Gelê Sûriyê bacên berjewendiyên dewletên li Sûriyê nakok da. Di vir de ez dixwazim bi mînakekê diyar bikim. Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li dijî Efrînê, Tirkiye û Rûsya ya ku nûnertiya Sûriyê dike, lihev kirin ku Tirkiyê dev ji opozîsyona çekdar li dora Şamê yanî El-Xûta berde. Ji ber ku ev kom li ser Şamê xeter bûn. Lewra rê ji Tirkiyê re hate vekirin da ku Efrîn dagir bike. Efrîn qurbana lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ye. Komên çeteyên ku Tirkiyê desteka wê dikir û Şam dorpêç dikirin, ji Idlibê re hatin veguhestin. Piştre lihevkirin li du hev pêk hatin û çete ji Tedmur, Hims û Helebê ji Idlibê re hatin veguhestin. Rejîma Sûriyê jî ji bo paqijkirina herêmên din ên Sûriyê ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyê hinek tawiz pêşkêş kirin û dev ji hinek beşan li bakurê Sûriyê berda. Erdogan ne kesayetek xwedî rêgez e lê belê ew amade bû ne tenê gelê Sûriyê û şoreşa Sûriyê lê belê nirxên dîrokî yên Tirkiyê bifroşe. Her wiha nirxên dîrokî yên Tikriyê firot û pêkşetinên li Tirkiyê yên çandî ji bo hebûna desthilatdariya xwe kir qurban." 
 
'DYA ROLEK SEREKE LI IDLIBÊ LÎST' 
 
Xelîl bal kişand ser hesabên Tirkiye û rola DYA û wiha axivî: "Erê; diviyabû plan di sala derbasbûyî de pêk bihata. Lê Tirkiyê hinek hesabên xwe temam nekiribûn. Amerîka rolek sereke di hemleya Idlibê de lîst. Niha mixa dawîn a tabûta Opozîsyon hat kutan ruxmî hebûna hinek koman li Idlibê û dora wê. Rejîma Sûriyê gelek nuqteyên stratejîk, rêyên M4 û M5 kontrol kirin û dora Helebê paqij kir. Ev herêm ji salên 80`ê ve navendek bingehîn ên komên çeteyan bûn. Ew navenda Ixwan Muslimînan û komên girêdayî wê bû. Bi vê hemleyê keleha ixwanan wêran bû. Tiştê niha maye Idlibê û hinek herêmên girêdayî wê ne. li ser awayên radestkirina wê ji Rejîmê re tê lihevkirin. Tişta dixwazim bêjim Erdogan opozîsyona Sûriyê firot. Ew opozîsyona ku îdia dike opozîsyona Sûriyê ye û di rastiyê de ne opozîsyon e û nûnertiya gel nake. Lê belê ew opozîsyon girêdayî ajandeyên derve ye û armanc dike islama siyasî ava bike. Ne tenê li Sûriyê li belê hewldanên wê li Misrê jî hebû lê bibin ketin. Niha jî hewl dide li Lîbyayê pêk bîne." 
 
'ARMANCA ERDOGAN A SEREKE ÇAWA SÛRIYEYÊ DAGIR BIKE' 
 
Xelîl, li ser armanca Tirkiye û Erdogan a li dijî Sûriye jî rawestiya u wiha bi dawî kir: "Heta pêkanîna bendên biryara NY`î ya bi hejmar 2254 ne li gorî daxwazîn gelê Sûriyê bû. Kesên hatine pejirandin ji bo ku bi rejîmê re bikevin danûstandinê ne nûnerên gelê Sûriyê bûn lê belê nûnerê çeteyan bûn. Ji hêla Tirkiyê ve hatine hilbijartin ne ji hêla NY`î ve. Heta endamên Komîteya Amadekar a amadekirina destûra Sûriyê ji hêla Tirkiyê ve hatin hilbijartin û hemû endamên çeteyan bûn. Tirkiyê bi wê tenê nekir lê belê biryarên NY`î kontrol kirin. Lewra nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji danûstandinan û komîteya destûra Sûriyê heta kesên demokrat û welatparêz hatin dûrxistin. Erdogan bi rêya anîna hêzên xwe ji herêmê re armanc nake çeteyan biparêze lê belê armanca wî ya sereke çawa Sûriyê dagir bike. Ji ber ku li ser mijara derxistina çeteyan ji Sûriyê hatiye lihevkirin. Erdogan hewl dide dagirkirina Sûriyê misoger bike da ku plana xwe ya duyemîn pêk bîne; avakirina komara Tirkiyê mîna dewleta Osmanî lê bi cilek nû. Hewl dide vê herêmê beriya 2023`yan dagir bike da ku plana xwe ya dagirkerî heya bigihêje Musil û Kerkûkê temam bike. Ji bo daxuyaniyên wî yên dubarekirî, ew dixwaze îdia û xiyaneta xwe ji komên çeteyan veşêre. Çete ji îdiayên wî bawer dikin. Ji bo sivikkirina zexta çeteyan ji Lîbyayê re têne şandin. Erdogan niha hewl dide kirêgirtinê li Lîbyayê pêş bixe. Erê Tirkiye dikare Cebhet El-Nusra yan jî Heyet Tehrîr El-Şam tune bike. Ji ber ku wê ava kiriye. Dikare navê wê jî biguhere. Yan jî komên din ava bike, ji ber ku Cebhet El-Nusra erkên xwe anîn cih. Tirkiyê wê komên din bi navên din ji bo pêkanîna planên xwe û hebûna xwe li herêmê misoger bike, ava bike." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/02/2020
23:56 Bi hastaga #herrojkurdî bi hezaran twîtên kurdî
19:51 ‘Zimanê me hebûna me ye’
19:35 'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin'
16:57 Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe
15:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:52 Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir
15:52 Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin
15:42 9 HDP'iyên girtî hatin berdan
15:35 Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e
15:23 Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin
15:18 Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di roja ziman de zimanên cuda qebûl nekir
15:05 Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin
14:58 Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na?
14:42 Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be
14:41 Malbata Olçen ji bo kurê xwe mewlîd da
13:35 Meclîsê bi hênceta ku tirkî nîne pêşniyazpirsa kirmanckî red kir
13:23 Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin
13:18 Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin
13:04 Gunay: Heta nika çend mamostayê Kurdkî ameyî tayînkerdiş?
13:00 Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
12:51 Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir
12:15 Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe
11:51 KCD: Em li her qada jiyanê bi kurdî baixivin
10:40 KNK: Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikin
10:29 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtiyan xistin hucreya yek kesî
10:04 PEN a Kurd: Zimanê kurdî yê 50 milyon kurdan e
09:36 'Divê kurd malên xwe bikin dibistanên kurdî'
09:15 Di binçavan de gef lê xwarin, gotin 'em ê diya te jî bigirin'
09:15 Dozger der barê polîsê bi wesayîta zirxî Can kuşt de îdianame amade kir
09:14 'Beraatê naxwazim, bimire faşîzm'
09:14 GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin
09:04 'A ku netewekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e'
09:03 Di 20 rojî de 400 berfok firotine
09:03 Girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 Di qeydan de gumanbar diyar e, lê di biryarê de 'meçhûl' e
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN
20/02/2020
17:12 Jinan li Amedê ji bo zimanê zikmakî daxuyanî dan
16:54 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:53 Li Qelqelî û Serayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin birêvebirin
16:44 Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî
16:37 Rojnameger Boltan û 6 kesên din hatin berdan
16:21 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna Olçen
15:57 Hat xwestin tabeleya Heskîfê jî bê daxistin
15:53 Ji Rêxistina Efoya Navneteweyî rapora Rojava: 180 sîvîl hatin qetilkirin
15:36 Ji bo Kongreya HDP'ê piştevaniya enternasyonalist
14:52 Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin
14:45 Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan
14:34 Di doza Nisêbînê de bal kişandin ser tecridê
14:33 Berteka li dijî Qeyûm Yaman: Mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî
14:29 TJA: Her malekê em bikin dibistanek zimanê kurdî
14:19 Banga beşdariya kongreya HDP’ê li xelkê kirin
13:57 Hevjîna polîs ê parazvanê Qeyûm kirin midûr
13:40 Li Elmanya êrişa çekdarî: Piraniya miriyan kurd in
13:39 Qeyûm hemû midûriyetên qeymeqamiyê dikişîne avahiya Şaredaiyê
13:01 Hejmara 10'emîn a Psychology Kurdî derket
12:55 Danişîna doza Medeni Yildirim hat dîtin
TUBİTAK'ê ragihand ku nikare rapor amade bike
12:34 Cenazeyê Dîdem a winda hat dîtin
12:02 Xelîl: Idlib û gundên Helebê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin
12:01 'Boltan ji ber beşdarî merasima Musa Anter bû hat binçavkirin'
12:00 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in!
11:50 Alinak: Ez ji wan rebenên di bin parastina polîsan de bextwartir û azadtir im
11:32 Karkerek din jî întîhar kir!
11:15 ‘Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt’
10:32 Xwedêda Çûkê: Gelê Şengalê dê ji bo Xalid Şemo li ser piyan bin
10:23 Pitika Afganî, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…
10:20 Kevîrê Pîvangê yê Kurdî: Enstîtuya Kurdî
10:20 Rêxistinên ciwanan: Sedema întîharan îqtîdar e
09:05 'Kurê min bêsûc e, bila nemire'
09:04 'Mirov ji hêjarî û neçariyê întihar dikin'
09:03 ‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN
07:51 Osman Kavala cardin hat girtin
19/02/2020
19:12 Girtiya nexweş Terfa Akçin hat berdan
17:02 'Çavkaniya pirsgirêkan ne xebatkarên tenduristiyê ne polîtîka ne'
15:09 Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan hat binçavkirin
15:08 AYM’ê biryar da ku 37 leşker ji nûve werin lêpirsînkirin
14:48 Platforma Jinan a Enqerê: Divê Hasan Bîlgîlî bê girtin
14:36 Got ‘nikarim deynê bankayan bidim’ û întîhar kir
14:10 Peskov bersiva Erdogan da: Ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be
13:28 Dozger dîsa xwest Serokê Odeya Tabîban ê Şirnexê Kunî bê cezakirin
12:58 Ji ber qeyrana aborî di 12 rojan de 9 kesan xwe kuşt
12:38 Di 21'ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên birêvebirin
12:31 Mamosteyê matematîkê întîxar kir
12:19 Raporên ji bo doza Medenî Yildirim dîsa nehatin amadekirin
11:56 Li Îzmîrê di 4 rojan de 2 kesan întîxar kir
11:44 Derûnnas Turkmen: Sedemê întîharan xerabûna pergalê ye
10:49 Doza Buyukada dest pê kir
10:46 Li Enqereyê zilamekî jinek qetil kir
10:21 'Medya bûye amûra bîrdozî'
09:09 'Bila fîrmayên sicûqan bên kontrolkirin'
09:09 Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye
09:08 Ji HEP'ê heta HDP'ê israra ji bo siyaseta demokratîk û îtifaqê
09:08 'Kî dixwaze zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice?'
09:07 Mihail Vasiliadis: Ziman heye civak tune ye
09:06 ‘Kurdî li dijî bişavtinê li ber xwe dide'
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN
08:18 Polîsan Rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
18/02/2020
22:09 Cenazeyê Olçen 108 roj şûn de spartin axê
21:47 Der barê Osman Kavala de biryara binçavkirinê